Hovîtiya bê sînor a li ser sînor: Komkujiya Roboskî

Di ser Komkujiya Roboskî re 7 sal derbas bûn. Li dû 34 bedenên parçekirî şerm û rûreşiyeke mezin ma ku her kesî para xwe jê girt. Kiryar diyar e, nayê cezakirin. Roboskî bi rûmeta xwe li ber xwe dide.

Ji bo hovîtiya mezin a li Roboskî gotin 'şaşitiyeke ji neçarî' û bi hêsanî dosya girtin. Di nava 7 salên diburî de tenê tiştekî fermî ji bo xizmên qurbaniyan hate kirin. Ew jî; girtina komeleya wan bû. Bîrdariya Roboskî ya li Amedê hate rakirin. Parêzerê malbatên qurbaniyan Serokê baroya Amedê Tahîr Elçî hate kuştin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ku di komkujiyê de bira û 9 xizmên wî hatin kuştin, hîn jî dîlgirtî ye. Dewleta ku wekîlê Roboskî dîl girt û komeleya wê girt, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî kir şirîkê hewldanên xwe yên ji bo nixumandina sûcê xwe. Roboskî di şexsê malbatan de bi gotina 'em ê ji bîr nekin' cihê xwe di hiş û mejiyê Kurdan de girt. Berdevkê komeleya Roboskî-Der û malbatan Velî Encu di salvegera 7'an de bang li her kesî kir ku dengê wan ê edaletê bilind bikin.

 *

Li ser sînorê çêkirî yê Kurdistan parçe kiriye, li gundên Bujeh û Roboskî rojeke ji rêzê bû. 38 kesên 17-18 salî roja 28'ê Kanûna 2011'an danê nîvro ji wesayitên ji Zaxoyê hatibûn şekir, birinc, çay û mazot kirîn. Bûn du kom û êvarê saet 19.17'an berê xwe dan sînorê bakur ji bo vegerin. Piştî 30-40 deqeyan, bi 5-6 kîlometreyan 5 fîşekên ronîkirin û 7 gule berdan pêşiya koman. Her du koman bihîstin ku rê hatiye girtin û li cihekî li ser sînor sekinîn. Dema ku ew sekinîbûn, erkana leşkerî ya li Navenda Tevgerê ya Fermandariya Giştî ya Tirk û Hêzên Hewayî yên Tirk fermana siyasî wergirtibûn û ji bo komek ji Kurdan bikujin, bi kelecaneke mezin li bendê bûn. Dest pê kirin. Balafirên şer ên F-16 yên ji Amedê rabûn, saet 21.40'î û 21.43'an du bombe avêtin cihê koma destpêkê. Piştî 20 deqeyan bombeyeke din li ser kesên ji koma destpêkê qut bûbû û ber bi bakur ve diçû hate barandin. Di heman demê de bombeya çaremîn avêtin koma duyemîn.

Erd û ezman hejiya. Bedenê zarok û ciwanan parçe parçe bûn. Yên ku ji ezmanan mirin dibarandin, bi kêfxweşî hev pîroz dikin. Dilê Enqereyê rehet bû. Gundiyên ku gihîştin cihê bomberdûmanê, hovîtiya ku hate kirin dîtin. Li 112'an geriyan û xwestin ambûlans ji wan re bê şandin. Hêzên dewletê yên li erdê jî li ser kar bûn; ambûlans di rê de sekinandin, nehiştin ku ti ji hêzên rizgarkirinê biçe. 7 ji 8 birîndaran li ser pişta xizmên xwe di rê de can dan. 34 mirov, 34 zarok, 34 Kurd hatin kuştin. Vê yekê bi navê 'Komkujiya Roboskî' cihê xwe di hiş û mejiyê Kurdan de kir. Komkujiyeke din li komkujiyên ku li Kurdan hatin kirin zêde kirin.

Nûçegihanên Kurdan ragihandin ku komkujiyeke din hatiye kirin. Lê rayedarên dewleta Tirk, medya wan xwe ker kiribûn û digotin, 'Koma ku Dr. Bahoz Erdal di nav de bû, bû hedef'. Aliyekî parçeyên cenazeyên xwe dida hev, aliyê din jî li benda mizgîniyê bû.

Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk piştî rojekê, danê nîvro saet 11.45'an daxuyanî da û got, "Ji ber ku herêm cihek e ku terorîst timî bi kar tîne û bi şev liv û tevgerek ber bi sînorê me ve hate tespîtkirin, biryar hate dayin ku bi balafirên hêzên hewayî lê bê xistin û saet navbera 21.37-22.24'an lê hatiye xistin."

Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê dest bi lêpirsînê kir. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Qilabanê 2'ê Çileya 2012'an biryara bisînorkirina dosyayê da. 18'ê Çileya 2012'an jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê diyar kir ku erka lêpirsînê di destê Dozgeriya bi Erka Taybet a Amedê de ye û xwest ewraq jê re bê şandin. Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê biryara 'ne karê me ye' da û dosya şand ji Dozgeriya Komarê ya bi Erka Taybet a Amedê re. Dozgeriya Komarê ya bi Erka Taybet a Amedê 11'ê Hezîrana 2013'an yanî piştî 18 mehan, bêyî ku sozê li kesî veke, bal kişand ser sûcên "Pêşîvekirina li kuştina bi qisûr" û "Bikaranîna erkê bi nebaşî" û diyar kir, "Ji ber ku yên kirine leşker in" û "Di çarçoveya xizmetekê de kirine" biryar da ku lêpirsînê ne. Ewraqê lêpirsînê ji Dozgeriya Leşkerî ya Serokatiya Fermandariya Giştî re şand. Dozgeriyên leşkerî dosya bi dorê ji hev re şandin û herî dawî giştî ber destê Dozgeriya Leşkerî ya Serokatiya Fermandariya Giştî.

Mifetişiya Mulkiye ya Wezareta Karên Hundir ji bo lêkolîna mijarê mifetîş wezîfedar kir. Mifetîşan piştî 2 mehan rapora lêkolînê pêşkêş kir. Di raporê de pêwîstiya bi lêpirsînê hate destnîşankirin, lê der barê berpirsyaran de lêpirsîna îdarî nehate vekirin.

Di bin sîwana Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê de Komîsyona Jêrîn a Qilabanê hate avakirin. Endamên komîsyonê 16'ê Sibata 2012'an li dîmenê Heron ê beriya komkujiyê temaşe kirin û gotin, "Dîmen zelal e. Li pêş çavan hatine kuştin." Rapora komîsyonê 27'ê Adara 2013'an ahte qebûlkirin. Komîsyonê di rapora xwe de got, "Di encama lêkolîna bûyerê de ti delîl nehatiye dîtin ku bi zanaebûn hatiye kirin". Endamên komîsyonê parlamenterên mûxalefetê Ertûgrûl Kurkçu (BDP) û Levent Gok (CHP) li ber raporê rabûn û şerh danîn.

Dozgeriya Leşkerî ya Serokatiya Fermandariya Giştî 6'ê Çileya 2014'an biryar da ku pêwîstî bi lêpirsîna 5 personelên artêşa Tirk ên gumanbar nîne. Îtiraz li vê biryarê hate kirin, lê Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Hêzên Hewayî 11'ê Hezîrana 2014'an bi hinceta "lêpirsîneke berfireh û xurt hatiye kirin" îtiraz bi piraniya dengan red kir.

Li ser vê yekê, 18'ê Tîrmeha 2014'an serî li Dadgeha Destûra Bingehîn ahte dayin. Dadgeha Destûra Bingehîn piştî sal û nîvekê, 24'ê Sibata 2016'an bi îdîaya ku hin wekaletname di dema xwe de nehatine pêşkêşkirin, serlêdan red kir.

Di lêpirsîna 2 sal û 7 mehan de kesî li pêşberî dadgeriyê hesab neda û bi rêya lêpirsînên îdarî jî ceza li kesî nehate birîn. Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryara redê da, dosya kuştina 34 kesan piştî 4,5 salan hate girtin. Kujer û berpirsyarên komkujiyê li Enqereyê winda nebûn. Ji ber ku hîn li desthilatdariyê ye ku bi vê kêfxweşî û rehetiyê, ji ber komkujiyê hevdu pîroz kirin.

281 xizmên 34 qurbaniyan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME'yê jî şaşitiya ûsûlê ya Dadgeha Destûra Bingehîn weke firsendekê dît û bi heman rengî tevgeriya. Îdîa kir ku rêyên hiqûqa navneteweyî temam nebûne û serlêdan red kir. Ji dozgeriya Qilabanê heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, pêkhateyan hemûyan bi hev re hiqûq kuştin. Di ser Komkujiya Roboskî re 7 sal derbas bûn. Li dû 34 bedenên parçekirî şerm û rûreşiyeke mezin ma ku her kesî para xwe jê girt. Kiryar diyar e, nayê cezakirin. Roboskî bi rûmeta xwe li ber xwe dide.

Sibe: Şerha Ertûgrûl Kurkçu