Hiqûqnasên li Wanê: Wezîrê Edaletê li tecrîdê mikur hat

Hiqûqnasan daxuyaniya Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul a li ser rakirina qedexeya hevdîtinê ya bi Ocalan re nirxandin. Hiqûqnas Umît Dede got, "Ev yek mikurhatina fermî ya li tecrîdê ye."

Berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul roja Pêncşemê di dema serdana Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê de da xuyakirin ku qedexeya li ser hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re hatiye rakirin.

Hevserokê HDP'ê yê Wanê parêzer Umît Dede û Hiqûqnas Cemal Demîr, daxuyaniya Wezîrê Edaletê nirxandin.

DEDE: TECRÎD BI DAWÎ NEBÛYE, LI TECRÎDÊ MIKUR HATIN

Dede daxuyaniya Gul weke mikurhatina li tecrîda 20 salan bi nav kir û got, "Biryareke bi vî rengî hatibe wergirtin jî parêzeran diyar kirin ku piştî 2'ê Gulanê wan derfeta hevdîtinê nedîtine. Em vê daxuyaniyê weke daxuyaniyeke ku nîşan dide 'tecrîd bi dawî bûye' nabînin. Rayedarekî fermî li tecrîdê mikur hatiye."

Dede got, "CPT serdana girtîgeha Îmraliyê kir. Em jî li bendê ne ku CPT rapora xwe eşkere bike. Divê garantî were dayin ku mîna hemû mehkûman Birêz Ocalan jî karibe derfetên xwe yên li gorî qanûnan bi kar bîne. Em ne di serdemeke jirêzê de ne. Birêz Leyla Guven 191 roj in di greva birçîbûnê de ye. Rojiya mirinê didome. Divê dewlet van daxuyaniyên mijûlkirinê bide aliyekî û em li bendê ne ku berî çalakgerên greva birçîbûnê bigihêjin asteke ku veger jê nîne, grevên birçîbûnê biqedîne. Em jî ji bo bidawîkirina tecrîdê têdikoşin ku tecrîd ji bo Tirkiyeyê cihê şermê ye."

DEMÎR: TEMÎNAT NÎNE

Hiqûqnas Cemal Demîr jî bal kişand ser mafên destûra bingehînî yên girtî û hikumxwaran û got, "Nabe ku mafên wan ên hevdîtina bi parêzer û malbatê re, mafê axaftina bi telefonê, şandina nameyan û yên rêbazên din ên ragihandin bi demdirêjî bên astengkirin. Birêz Abdullah Ocalan jî xwedî van mafan e, ev yek ne cihê nîqaşê ye."

Demîr bi bîr xist, mafên Ocalan 8 sal in tên astengkirin û got, "Tevî ku di nava meha Nîsanê de Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê biryar da ku qedexe ji holê bê rakirin û piştre hevdîtina parêzeran pêk hatibe jî, mekanîzmayeke ku vê pêkanînê têk bibe, nîne. Ji ber ku di pratîkê de bi cih tê anîn. Temînata daxuyaniya Wezîrê Edaletê ya li ser bidawîkirina pêkanînê nîne. Ji xwe serlêdana parêzeran a çend roj in tên kirin bê bersiv tên hiştin."