Hindik ma Tebqa rizgar bibe: 3 taxên din hatin paqijkirin

Şervanên QSD'ê 3 taxên din ên Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. 3 tank, panzerek û 2 wesayîtên zirxî yên bi tîpa BMB ketin destê şervanan. Di şer de 48 çete hatin kuştin, 5 çete jî dîl hatin girtin.

Taxên Elbû Îsa, El Heso û El Selam ên Teqbayê, ku ji duh bi şev ve şerekî lê qewimî, ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatin rizgarkirin. Tevî van her sê taxan, herêma Pîşesaziyê jî hate paqijkirin. Şervanan di vî şerî de dest danîn ser gelek wesayîtên zirxî û cebilxaneya çeteyan. Di şer de 48 çete hatin kuştin, 5 çete jî bi saxî hatin girtin.

Wesayîtên zirxî, çek û cebilxaneyên di vî şerî de ketin destê şervanên QSD'ê ev in: 3 tank, 52 roketên tankê, 1 panzer, 2 wesaîtên zirxî bi tîpa BMB, 1 agirkuj, 1 fuzeya Gradê, maşîneyek zirxî ya bombebarkirî, 1 SPG 9 dij-tank, Doçkayek 12.5 mm, çekek A-4 balafirşikên û gelek fîşekên wê, yek Kalaşnîkof, yek demance, 5 bombeyên destan, lûleyek doçka ya 14,5 mm, 400 fîşekên doçkaya 23.5 mm, 1.500 fîşekên BCK, sindoqek guleyên bombe avêj, 2 kîs TNT, 2 kîs funyeyên Hawanan, rextek xwekujî, durbînek rojê, dûrbînek a şevê û qederek malzemeyên sabotajê.

Li 6 taxên beriya niha hatibûn rizgarkirin jî, di encama lêgerîn û karê paqijkirinê de cenazeyên 24 çeteyan, 18 kalaşnîkov, 2 çekên BKC û cebilxaneya çeteyan hatin dîtin.

Şervanên QSD'ê li taxên rizgarkirî dest bi lêgerîn û karê paqijkirinê kirin.