Hîleyek din a referandûmê: Dema li Stenbol û Îzmîrê bûn, li Bêdlîsê gotine 'erê'

AKP ya ku îdîa dike ku li Norşînê ji sedî 60 dengê ‘Erê’ girtiye, derket holê ku li ser navên kesên ne li navçeyê ne, dengên ‘Erê’ bikar anîne.

Piştî ku ev bûyera sosret derket holê, HDP têkildarî bûyerê, li Serdozgeriya Komarê a Norşînê gilî kir.

Hîleyên AKP'ê yên têkildarî referandûmê yek bi yek derdikevin holê. Li navçeya Norşîn a Bedlîsê, di sindoqa hejmara 1058 de ku bi giştî 261 deng in, ku hemû hatine bikaranîn û qebûlkirina hemû dengan bal kîşand. Li ser vê rewşê Rêveberiya HDP'ê ya Bedlîsê ku li ser sindoqê lêkolîn kir ku kesên wê rojê ne li navçeyê, li ser navê wan deng hatine bikaranîn. Li cihê Servan Aydemir, Hazal Sinay, Onûr Çetînsoy, Selahattîn Singin, Ayetullah Aydemir, Zabît Singin û Ûrfiye Singin deng hatine bikaranîn. Onûr Çetinsoy ê ku navê wî ji derbas dibe, derket holê ku birayê Serokê Şaredariya Gunkirî yê AKP'yî Îlhan Çetinsoye.

GILÎ HATE KIRIN

Piştî ku bûyer derket holê, Alîkarê Hevserokatiya HDP'ê ya Norşînê Hamît Erkoç, li Serdozgeriya Komarê a Norşînê serlêdan kir û giliyê wan kesan kir.

Erkoç, diyar kir ku kesên li cihê wan deng hatine bikaranîn, Sercan Aydemir li Stenbolê, Haza Sinay li Îzmîrê xwendevan in, Onûr Çetinsoy li Çinarcik a Yalovayê, Selahattin Singin li Yalova, Ayetullah Aydemir ku ji derveyî bajêr ajokare, Zabit û Ûrfiye Singin ku li Stenbolê dijîn hatin tespîtkirin.

Erkoç ,diyarkir ku li cihê van kesan serokê sindoqê deng bikaraniye.