Hilbijartinê bi derengî dest pê kir, êvarî DAÎŞ’ê êrîş kir

Li Iraqê di destê sibehê de dengdanê dest pê kir. Li Kerkûkê li hin deran dengdanê dereng dest pê kir, li hin cihan deng nayên dayîn. Çeteyên DAÎŞ’ê jî duh êrîş kirin.

Ji bo hilbijartina parlementoya Iraqê, li Iraq û Başûrê Kurdistanê dengdanê di saet 07.00’an de dest pê kir. Li Kerkûkê li 6 cihan dengdanê bi derengî dest pê kir. Li navçeya Zaxo ya Dihokê jî ber temînnekirina hin amûr û alavan li 11 cihan deng nehate dayîn. Li Şeladizê jî ji ber amûr û alavên hilbijartinê naxebitin, li 3 cihan deng nehate dayîn. Hate diyarkirin ku li Dihokê li 2 cihan hê jî dengdanê dest pê nekiriye.

Sedemên derengketina dengdanê û dengnedayînê hê jî nehatiye fêmkirin.

DAÎŞ’Ê ÊRÎŞ KIR

Ji aliyê din ve DAÎŞ’ê duh êvarî li Xaneqînê êrîşî hin herêman kir û hilbijêr kir hedef.

Hate ragihandin ku DAÎŞ’ê êrîşî gundê Islah û Şeyh Bave yê navçeya Karatepe ya Diyalayê û gundê Aştûkanî yê navçeya Cebareyê kiriye.

Hate diyarkirin ku navenda dengdanê ya li gundê Islahê bûye hedef û 3 kes birîndar bûne. Li gundên Xaneqînê jî yên ku bûne hedefa DAÎŞ’ê, gelê Ereb û Tirkmen dijîn.

LI KERKÛKÊ PÊŞIYA ÊRÎŞÊ HATE KIRIN

DAÎŞ’ê di destê sibehê de xwest êrîşî Kerkûkê bike. Piştî ku yekîneyên ewlehiyê ev rewş dîtin,pêşiya êrîşê girtin.