Hilbijartina Parlamentoya Iraqê dest pê kir

Li Herêma Kurdistanê û Iraqê dengdayîna ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê dest pê kir. 24 milyon 349 hezar û 357 hilbijêr wê ji bo 329 parlamenteran dengê xwe bidin. Li Helepçe, Silêmanî û Hewlêrê jî dengdanê dest pê kir.

Hilbijartinên dema 4’an a Parlamentoya Iraqê dest pê kirin. Ji bo hilbijartinên ku di saet 07.00’an de destpê kirin, gel berê xwe dide navendên dengdanê.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ragihand ku dengdayîn wê heta saet 18:00’an bidome

Li Herêma Kurdistanê û seranserê Iraqê 24 milyon 349 hezar û 357 hilbijêr wê li 8 hezar û 959 navend û 55 hezar û 232 nuqteyan dengên xwe bidin.

Di hilbijartinan de 6 hezar û 904 namzet wê ji bo 329 kursiyên parlamentoyê bikevin pêşbirkê.

Li Kurdistan û Iraqê bi giştî 320 hêz û hevpeymanên siyasî bi 88 lîsteyan dikevin hilbijartinê. Ji vana 215 jê partiyên siyasî ne, 27 jî koalîsyon in.

328 kursî li ser 18 parêzgehên Iraqê dabeş dibe. Li gorî vêya Bexda 71 kursî, Mûsil 34, Besre 25, Zîqar 19, Silêmanî 18, Babîl 17, Hewlêr 16, Enbar 15, Diyale 13, Kerkûk 12, Necef 12, Dihok 12, Selahedîn 12, Kerbela 11, Wast 11, Dîwanye 11, Mîsan 10, Musenaş 7 kursî.

LI HERÊMA KURDSTAN WÊ 46 PARLAMENTER WERIN HILBIJARTIN

Ji hilbijêran 3 milyon 144 hezar û 730 kes li parêzgehên Herêma Kurdistanê (Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê) dengê xwe bikar tînin.  Li Herêma Kurdistanê jî 503 namzet li ser navê 25 lîste û hevpeymanan dikevin pêşbirkê. 

25 JI SEDÎ KOTAYA JIN IN

Li gorî yasaya Iraqê di hilbijartinan de ji sedî 25 kotaya jin heye. Di nava namzetan de Iraqê de 214, li Herêma Kurdistanê jî 146 namzetên jin hene.

Li parlementoya Iraqê kotaya bawerî û pêkhateyên ciyewaz jî 9 e. Ji vê kotayê 5 Xiristiyan, yek Êzidî, yek Sabiî, yek Şebek, yek jî Kurdên Feylî ye.

SINDIQÊN ELEKTRONÎ WÊ WERE BIKARANÎN

Ji bo dengdana hilbijartinên Parlamentoya Iraqê sindoqên elektronî tên bikaranîn. Her dema ku dengdêr dengê xwe dan, wê yekser bi rêya înternetê ji bo komîsyona hilbijartinê ya Bexda were şandin. Wê bi rêya van sindoqan demek kurt encamên hilbijartinê bên eşkere kirin. Cara yekem e ku Iraq derbasî sîstema hilbijartinê ya bi elektronîk dibe.

ZÊDETIRÎ 4 HEZAR ROJNAMEVAN HILBIJARTINÊ DIŞOPÎNIN

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Xweser a Iraqê ev agahî duh parvekiribû;

“Ji saziyên çapemeniyê yên navnetewî û Iraqî bi fermî 4 hezar rojnamevan dixwazin hilbijartinê bişopînin.

Ji bo parastina ewlehiya hilbijartinê ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartina Xweser a Iraqê ve 74 hezar û 646 çavdêr hatine erkdarkirin, ji aliyê partiyan ve 133 hezar û 415 kes ji bo sindogan hatine erkdarkirin.

Di nava 963 çavderên de yên ku dixwazin hilbijartinan bişopînin 329 rojnamevan hene.”