Hilbijartina li Îdirê: Ligel gef û zextan HDP'ê 3 endam derxist

Gelê Îdîrê ji bo hilbijartina 11 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar a hate feshkirin duh çû ser sindoqan. Li gel gef, zext û dizîna dengan jî 3 namzetên HDP'ê bi ser ketin.

Gelê Îdîrê ji bo hilbijartina 11 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar a hate feshkirin duh çû ser sindoqan. Li gel gef, zext û dizîna dengan jî 3 namzetên HDP'ê bi ser ketin.

Di hilbijartinê de AKP'ê 7 endam, MHP'ê jî endamek bi dest xistin.

Hêjayî gotinê ye, li gundê Erhacî, Gulpinar, navçeya Tuzluca, Aralık û Karakoyunlu jî rayedarên AKP'ê rageşî derxistin û bi leşkeran re ketin hundirê dibistanan. Dema ku leşeker û polîs ketin cîh dengdanê êrîşî endam û xebatkarên HDP'ê kirin. 

LI BAJÊR ÇI QEWIMÎ BÛ

Serokê Meclîsa Giştî ya Bajêr Abdulkadîr Ozsûlar ê ku ji ber tevlî Konê Mertalên Zindî bûbû hatibû binçavkirin û piştî salekê hate berdan, ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve ji wezîfeyê hatibû girtin. Ozsûlar roja 26'ê Nîsana 2016'an careke din bû namzet ji Serokatiya Meclîsa Giştî ya Bajêr re û bi piraniya dengan hate hilbijartin. Walîtiya Tirk a ku nekarî xwe li vê encamê rabigire, ji bo betalkirina meclîsê serî li Wezareta Karên Hundir da. Piştre Daîreya 8. a Dadgeha Şêwirmendiyê, biryara ku diviyabû di mehekê de bigirta, piştî bi 2 mehan da û meclîs fesh kir. Desteya Hilbijartinê ya Bilind, biryar da ku di 4'ê Hezîranê de Meclîsa Giştî ya Bajêr nû bibe.