Hikumeta Tirk mexdûrên erdhejê ceza dike

Hikumeta Tirk li şûna ku ji erdhejzedeyan re bibe alîkar hîn bêhtir mexdûr dike. Bi giranî jî gundiyên ku dengê xwe dane HDP'ê ceza dike.

Erdheja ku li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê qewimî bandoreke giran li 4 gundên navçeya Elbakê ya Wanê kir. Ji ber erdheja bi dijwariya 5.9 pileyî li Elbakê 9 kesî jiyana xwe ji dest dan, 37 kes birîndar bûn ku rewşa 9 ji wan giran e û bi sedan xanî xera bûn. Hikumeta Tirk ku piştî erdhejê bi xemsarî nêzî karên rizgarkirin û alîkariyê bû, li pêşiya HDP û rêxistinên civakî yên sivîl asteng e ku karê rizgarkirinê û alîkariyê nekin. Parlamenterê HDP'ê Mûrat Sarisaç bal kişand ser helwesta hikumetê û got, Kurd tên cezakirin.

Tevî ku 4 roj di ser erdhejê re derbas bûne, hikumeta Tirk hîn jî gaveke pêwîst û têrker ji bo mexdûrên erdhejê neavêtiye.

Hîn jî bi têrkerî xwarin, betanî, kon û stargeh ji bo sewalan ji gundan re nehatine şandin. Ne ji bo mirovan ne jî ji bo heywanan av heye. Nîvê heywanan telef bûn, yên mayî jî dibe ku telef bibin. Li herêmeke ku germahiya wê dadikeve binê sifirê bi 10 pileyî, zor û zehmet e ku mirov li derve xwe germ bikin. Metirsî heye ku nexweşiyên şewbê belav bibe. Ji ber ku di bin xirbeyan de hîn jî cesedên heywanan hene. Alîkariyên şexsî û saziyî tên kirin tên astengkirin. Bi hinceta "Bi koordînasyona AFAD'ê alîkarî dikare bê kirin" alîkariya ji bo gundan tê astengkirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç li ser astengkirina qemyonên wan ên alîkariyê agahî da û qala wê yekê kir ku çima ew koordînasyona AFAD'ê napejirînin. Sarisaç diyar kir, parlamenterên HDP, nûnerên DBPü, HDK, KCD tevî Hevşaredarên Sêrt, Êlih, Patnos, Giyadînê wan xwestine destpêkê bibin bersiv ji pêwîstiyên sereke (xwarin, stargeh, xwarina zarokan) re, lê belê pêşî li wan hate birîn û got, "Gotin ku divê em alîkariya însanî bidin AFAD'ê. Me ev yek qebûl nekir. Di erdheja beriya niha de me heman tişt dîtin. Me dîtin ku alîkariya ji bo gel hatiye şandin çawa dixin depoyê û bi rengekî newekhev belav dikin. Sicîla AKP'ê di vî warî de nebaş e."

GUNDÊ KU 8 KES LÊ MIRIN

Sarisaç anî ziman ku mafê wan e ew weke partiyeke siyasî alîkariyê belav bike û got, "Alîkariya me vegerandin, lê belê em çûn gundên xwe. Piraniya wan ji xwe hilbijêrên HDP'ê ne. Hewl dan atmosfereke welê biafirînin; weke ku organîzasyoneke gelekî baş kirine ku em li pêşiya wê dibin asteng. Armanca wan îzolekirina HDP'ê û cezakirina Kurdan e. Wezîrên tên çend deqeyan dimînin û piştre diçin. Li gundê ku 8 kesî jiyana xwe ji dest dan, gundiyan ji me re qalê kirin."

KONÊN JI BO ZIVISTANÊ NEDANE

Sarisaç diyar kir ku konên havînê jî li kampan nayên bikaranîn dane mirovan û got, "Hikumet hem bi xwe alîkariyê nake hem jî li pêşiya alîkariya me dibe astneg. Ji bo weke 'herêma afetê' bê ragihandin divê hikumet bi rengekî exlaqî û însanî bifikire û ev yek jî bi AKP'ê re nîne. Di erdheja Wanê de avahiyên ku bi 42 hezar TL'yî çêkirin, di bin navê alîkariya erdhejê de bi 100 hezar TL'yî firotin. Ji bo weke 'herêma afetê' bê ragihandin, divê mirov ne Kurd bin. Di erdheja Wanê de jî 'herêma afetê' nehate ragihandin. TOKÎ wê avahiyan çêbike, lê wê ji bêrîka welatiyan pereyan qezenç bike. Hesabê wan hemû ev e. Tevî wezîrên xwe şovê dikin. Bi wesayitên zirxî, bi konvoyan tên, dîmen dikişînin û vedigerin. Ev yek jî şêweyekî cezakirina Kurdan e. Ew herêm ew dever e ku dengê me lê gelekî zêde ye."

'PÊWÎSTÎ BI ALÎKARIYÊ HEYE'

Keyayê gundê Elbîsê Cezmî Aslan jî diyar kir ku erdhejê biçûk hîn jî dewam dikin û gundî di nava zor û zehmetiyê de ne. Aslan ragihand, 50 ji sedî yê malên gundiyan bi temamî hilweşiyan e, yên mayî jî welê lê hatine ku nema dikarin bên bikaranîn. Aslan got, "Em bang li xêrxwazan dikin ku alîkariyê bi gundiyên me re bikin."