Hikumeta Başûrê Kurdistanê diderize

Hikumeta koalîsyona berfireh a Başûrê Kurdistanê ku piştî hilbijartina sala 2013'an di dawiya hevdîtinên 9 mehan de ava bû, diderize. Yekgirtû heta 15'ê Çileyê wext da hikumetê.

Yekgirtû Îslamî ji bo nirxandina bûyer û rewşa dawî ya li Herêma Kurdistanê civînek li dar xist û di dawiya civînê de heta 15'ê Çileyê wext da hikumetê.

Di çalakiyên protestoyî de rêxistinên hemû partiyên siyasî hatin şewitandin û piştî vê yekê Tevgera Goran û Komala Îslamî dabûn xuyakirin ku ew xwe ji hikumetê vedikişînin.

Yekgirtû Îslamî jî bal li ser bû, îro li Hewlêrê konseya xwe ya serokatiyê li hev civand û bûyerên dawî nirxand. Piştî civînê Berdevkê Yekgirtû Îslamî Hadî Elî daxuyaniyek da çapemeniyê û anî ziman ku ji ber rewşa hesas a herêmê ew ê di nava hikumetê de bimîne. Elî da xuyakirin ku bi şertê sererastkirina şert û mercên jiyanê yên gel, wê biryara xwe ya dawî 15'ê Çileya 2018'an bide.

Elî ragihand ku divê ji bo lêkolînkirina bûyerên dawî yên li Kurdistanê heyetek ji parlamentê bê avakirin, mirovên hatine binçavkirin tavilê bên berdan, yên ku çalakiyên protestoyî ji armanca xwe derxistina bên darizandin, hikumet bersivê bide daxwazên çalakgeran û mûçe werin dayin.

Piştî ku çalakiyên gel ên ji bo îstifaya hikumetê dest pê kirin, Tevgera Goran û Komela Îslamî biryar dabûn ku xwe ji hikumetê vekişînin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî jî nameyek ji parlamentê re şand û xwest ku biryar bê dayin heta 3 mehan hilbijartin were kirin.

HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Li Başûrê Kurdistanê di hilbijartina sala 2013'an de ji bo parlamenta ji 111 kursiyan, PDK 38, YNK 18, Tevgera Goran 24, Yekgirtû Îslamî 10 û Komela Îslamî jî 6 kursî bi dest xistibûn. Kursiyên din jî bi destê partiyên biçûk û hindikahiyan ketibûn.

Hevdîtinên ji bo avakirina hikumetê jî 9 mehan dewam kir û di encamê de koalîsyoneke berfireh a ji PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtû Îslamî û Komela Îslamî ava bûbû.