Hikûmet vîna gel nas nake

Hevseroka Navçeya HDP'ê ya Rêya Ermûşê Bahattîn Karaman li ser dagirkeriya qeyûman got, bêhurmetî li vîna gel kirine û gotin,''Em heq ji we derneketin, di sendoqê de min zora we nebir. Em ê jî hilbijartiyên we bigirin''.

Hevserokê Navçeya HDP'ê ya Rêya Ermûşê ya Wanê Bahattîn Karaman got AKP di hilbijartina 31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê de derbeke giran xwariye û hefta vê ji nûnerên gelê Kurd û ji gelê Kurd distîne.

AKP di her hilbijartinê de li Wanê û navçeyên wê têk diçe, gel dengê xwe dide HDP'ê. Ji 2014'an û vir ve li navenda Wanê û navçeyên wê HDP bi dengekî zêde ji sendoqê derket û şeqameke xweş li AKP'ê da. Lê AKP ya ku nikarîbû ji sendoqê derkeve, bi dagirkirina şaredariyan dest li ser vîna gelê Kurdistanê datîne.

Hevşaredarên Rêya Ermûşê Şehzade Kurt û Azîma Yacan hatin girtin. Yacan li Girtîgeha Erzeromê di hucreya yek kesî de têne hiştin.

Hevserokê Navçeya HDP'ê yê Rêya Ermûşê Bahattîn Karaman got hikûmeta AKP-MHP'ê ya ku bi sendoqan bi HDP'ê nekarî, bi gavên îdarî yên Wezareta Navxwe ya Tirk dixwazin ekarte bikin û di vê armancê de pergala darazê jî bi kar tînin. Karaman got AKP dil hilbijartina 31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê de derbeke giran xwariye, heyfa vê jî bi cezarkirina nûnerên Kurdan yên hilbijartî, bi destgîrkirin û girtina wan distîne. Karaman got,''A ku ew dibêjin, bi esasî ev e: ''Em heq ji we derneketin, di sendoqê de me zora we nebir. We di sendoqê de ev hilbijartin, ez ê jî şaredarên ku we hilbijartina bigirim.''

DIVÊ HURMETÊ BIDIN TERCÎHA GEL

Karaman got li hole sûc, lêpirsîne tine, hevalên wan bi rengekî bêhiqûqî têne girtin. Karaman diyar kir divê hurmet li tercîha gel were girtin, di her hilbijartinê de bi neecibandina encama hilbijartinê, bi anîna qeyûm bêhurmetî li vîna gel û demokrasiyê tê kirin. Karaman diyar kir, ti hinceteke hiqûqî tine ku şaredarên girtî li hicreya yek kesî bêne girtin, heqareta li temsîliyet û kesayatên sazûmaniyê ne. Karaman xwest ku hevalên wan werin berdan û hiqûq divê ya hewce bike.