Hikumet pêwîstiyên kesên xwedî pêwîstiyên taybet û gaziyan piştguh dikin

Di Roja Cîhanî ya Astengdaran de rêxistinên parastina mafên astengdaran ji girîngînedayina bi kesên xwedî pêwîstiyên taybet ji aliyê hikumet û aliyên eleqedar ên dewletê bi fikar in.

Di qanûna çavdêriyê ya kesên xwedî pêwîstiyên taybet ên Iraqê ya hejmara 38’an a sala 2013’an de girîngiyeke taybet hatiye dayin ji bo ku kesên astengdar bikarin wek karmend di kar û barên rêveberiyê de cih bigirin û weke wezareta pêywendîdar jî dibêje bikevin nava karên desteya ku ji bo vî armancî hatiye pêkanîn. Li gorî qanûnê divê kesên xwedî pêwîstiyên taybet bi qasê 5% di nav xebatên giştî û 3% jî di nava xebatên taybet de bikevin nava kar.

REWŞA KESÊN XWEDÎ PÊWÎSTIYÊN TAYBET ÊN LI IRAQÊ

Hejmara kesên xwedî pêwîstiyên taybet li Iraqê nêzî 1,5 milyon kes e ku bi sedemên cuda cuda mîna dagirkeriya Emerîka û şîdeta bê rawestan a navxweyî ya li Iraqê ketine rewşeke wiha ku piraniya wan jî ji nifşê zarok û ciwan in.

Li Iraqê nexweşxaneyên pêwîst yên ji bo dermankirin û girîngîdayina vî nifşî tune, ev yek di demekê de ye ku weke li hemû dewletan de heyî hikumet jî budçeyeke mehane ya baş ji bo pêwîstiyên wan dabîn kiriye.

Li gorî gotinên çalakvanên mafê mirov ku dibêjin piraniya kesên astengdar û xwedî pêwîstiyên taybet ji ber kêmbûna piştevaniyê û nebûna bername û planeke taybet ya ji bo ku di aliyê derûnî de teşeyekî bide wan ku bikarin careke din vegerin nava civakê, êş dikişînin. Ligel ku ji xwendinê çi di asta bilind yan jî asta seretayî bêpar tên hiştin, ji xistina nava kar jî bêpar hatine hiştin. Lewma pirsgirêkeke mezin a aborî ya wan heye, ji ber ku piraniya wan ji ber hejariyê nikarin li gorî pêwîstî derman bibin, nadin xwendin û ji projeyên taybet ji bo yên xwedî pêwîstiyên taybet jî bêpar in. Bi vê yekê re jî dibin qurbaniyê jibîrkirina hikumet û piştevaniya civakî û navnetewî. Ji ber wan sedeman jî bi pirsgirêkên derûnî û astengiyên wek xwe tenê hiştin, bêdengî, di nav xwe de mayîn û hwd rû bi rû dimînin.

REWŞA KESÊN XWEDÎ PÊWÎSTIYÊN TAYBET LI HERÊMA KURDISTANÊ

Rewşa vi nifşî li herêma Kurdistanê ji herêmên din ên Iraqê ne çêtir e, bi taybetî di van salên dawî de ku hikumet mûçeya karmendan taloq dike ku her zêde astengdar û gazî ji vê yekê zirarek mezin dibînin û niha jî di rewşeke nebaş de dijîn. Mûçeya kesekê gazî li herêma Kurdistanê tenê 100 hezar dînar e, niha li herêma Kurdistanê 90 hezar kesên xwedî pêwîstiyên taybet hene ku hatine tomarkirin.

BI TI AWAYÎ QANÛNA JI BO MAFÊ KESÊN XWEDÎ PÊWÎSTIYÊN TAYBET NAYÊ BIKARANÎN

Endamê Desteya Damezrîner a Rêxistina Parastina Mafê Kesên Xwedî Pêwîstiyên Taybet Ferhad Mihemed ku bi xwe jî kesekî xwedî pêwîstiyên taybet e û destek wî nîne, di Roja Cîhanî ya Kesên Xwedî Pêwîstiyên Taybet de têkildarê pirsgirêk û astengiyên vî aliyê civakê ji ANF’ê re axivî û got, “Destpêkê bi boneya Roja Cîhanî ya Kesên Gazî li hemû gazî û astengdarên cîhanê, Iraq û herêma Kurdistanê pîroz dikim. Em wek gazî, pirsgirêkên me pir bûne. Weke mînak di mijara ketina nava kar di dam û dezgehên hikumetê de. Hin kesên me yên xwedî pêwîstiyên taybet hene ku xwedî dîplomeya master, doktor yan jî perestar (hemşîre) ye, li gorî qanûna Iraqê pêwîst e 5%’ê karmendên dam û dezgehan kesên xwedî pêwîstiyên taybet bin û di beşa taybet de jî li gorî qanûnê pêwîst e 3%’ê karmendan pêk bîne. Lê mixabin bi ti awayî li gorî vê qanûnê naçin.”

ZÊDEBÛNA ASTA GAZÎ Û ASTENGDARAN ÇAVKANIYA XWE JI XIRABBÛNA REWŞA WELAT DIGIRE

 Mihemed her wiha îşaret bi zêdebûna rêjeya kesên astengdar û xwedî pêwîstiyên taybet kir û wiha pêde çû: “Çîna xwedî pêwîstiyên taybet berê kêm bûn, lê niha bi rengekî ber bi çav her roja diçe zêdetir dibe. Ev zêdebûne jî çavkaniya xwe ji xirabbûna rewşa welat digire ku berdewam şer û teqîn diqewimin. Ji bilî vê yekê jî rûdanên trafîkê jî weke sedemeke din ê zêdebûna rêjeya kesên xwedî pêwîstiyên taybet e. Ji ber wê pêwîst e bi şêweyekî cidî zext li hikumetê bê kirin ku derfetên jiyanê ji bo vê çîna civakê dabîn bike.”

‘HAYA TU KESAN JI ASTENGDAR Û XWEDÎ PÊWÎSTIYÊN TAYBET NÎNE’

Mihemed behsa astengiyên ku pê re rû bi rû dimînin kir û got, “Yek ji astengiyên ku em pêre rû bi rû dimînin ev e ku haya tu kesan ji astengdar û xwedî pêwistiyên taybet nîne.. Dema bihorî me ji bo destxistina mafên xwe çalakî li dar xist, me serdana çendîn rêveberiyan kir ku cihê piraniya wan li qatên jorê bûn û ew yek ji bo me dibû asteng ku wek kesên xwedî pêwîstiyên taybet me nekarî rêveberan bi çav bibînin û guh bidin daxwazên me.”

‘JI ALIYÊ HIKUMETÊ VE EM HATINE PIŞTGUHKIRIN’

Ferhad Mihemed di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser xebatên ji bo çareserkirina pirsgirêkên kesên xwedî pêwîstiyên taybet û diyar kir, “Me hewl daye ku bi rêya doktorên pispor û lêgerina kesên xwedî pêwîstiyên taybet ku weke endam ji bo rêxistina me bigirin. Her wiha bi rêya vekirina dewreyên perwerdeyî me hewl daye ku kesên xwedî pêwîstiyên taybet tevlê civakê bikin da ku wek ferdeke asayî jiyana xwe derbas bike û ji astengdariya xwe şerm neke. Me hewl daye ku pirsgirêkan ji aliyên pêywendîdar re ragihînin, lê bi taybetî em kesên xwedî pêwistiyên taybet ji aliyê hikumetê ve hatine piştguhkirin û qet bera xwe nadin pirsgirêkên me.”

HIKUMET BI TI AWAYÎ JI ME RE NEBÛYE ALÎKAR

Endamê Komeleya Roj ji bo Kesên Kêmendam Hesen Elî jî îşaret bi avêtina kêlekê ya kesên kêm endam ji hêla aliyên pêywendîdar ên hikumetê kir û got; “Mixabin heya niha li tevahiya Iraq û herêma Kurdistanê ti girîngiyek ji kesên astengdar û xwedî pêwîstiyên taybet re nehatiye dayin. Mînaka herî sade ya avêtina wan a rexekê ev e ku hikumet ji bo dabînkirina cih ji kesên xwedî pêwîstiyên taybet re jî nebûye alîkar. Avahiya ku rêxistina me tê de kar dike li ser milê endamên rêxistina me ye, me ev xanî kirê girtiye da ku bikarin ji bo parastina mafên kesên xwedî pêwîstiyên taybet tê de bixebitin.”

“JI BER NEBÛNA CIH ME NEKARIYE GIRÎNGÎ BIDIN KÊRHATIYÊN HUNERÎ YÊN KESÊN ASTENGDAR”

Di dewamê de Elî diyar kir ku pêwîstiyên wan nayên bi cin anîn û wiha daxwazên xwe anî ziman, “Daxwaza me ji aliyên pêywendîdar ev e ku alîkariyê bidin me, bi taybetî di mijara dabînkirina cih de ku bikarin tê de kar û çalakiyên taybet ji bo kesên astengdar û xwedî pêwîstiyên taybet li dar bixînin. Wek rêxistina taybet bi mafên astengdar û gaziyan çend beşên me yên hunerî wek şanogerî, werzişî, wênekêşî û şêwekarî heye, lê ji ber nebûna cih me nekariye girîngî bidin kêrhatiyên hunerî yên kesên astengdar.”

PÊWÎST E SÎSTEMA PERWERDEHIYÊ BI ERKÊ XWE RABE

Hesen Elî derbarê hişyarkirina civakê ya di xala nêzîkatî bi kesên xwedî pêwîstiyên taybet jî nêrînên xwe anî ziman û got, “Pêwîst e di sîstema perwerdehiyê ya welat, di qonaxa seretayî ya dibistanan de di derbarê çawatiya rêzgirtina li beramberî bi giştî tevahiya civakê û bi taybetî li hemberî kesên xwedî pêwîstiyên taybet waneyek bê zêdekirin.”

ASTENGÎ Û PIRSGIRÊKÊN GAZÎ Û ASTENGDARAN LI BER ÇAV BÊN GIRTIN

Elî di dawiya nêrînên xwe de bal kişande ser berçavgirtina pirsgirêk û zehmetiyên jiyana rojane ya kesên xwedî pêwîstiyên taybet û çawatiya hêsankirina jiyana wan û wiha bang li aliyên pêywendîdar kir: “Pêwîst e zextê li aliyên pêywendîdar ên hikumetê ku berpirs û çavdêriya projeya xizmetguzariyan dikin, bikin ku dema çêkirina rê û ban, pir û hwd astengî û zehmetiyên kesên gazî û xwedî pêwîstiyên taybet li ber çav bigirin û di dabînkirina rêyên guncav ji bo wan kesan bibin alîkar. Her wiha daxwaz dikin ku di çêkirina avahî û cihên giştî de pêwistiyên kesên gazî û xwedî pêwîstiyên taybet li ber çav bigirin.”