Hêzên rejîma Îranê rewşenbîrê Kurd Aram Fethî destgîr kirin

Helbestvan, rojnamevan û çalakgerê sivîl ê Rojhilatê Kurdistanê Aram Fethî, ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve li Merîwanê hate destgîrkirin. Çarenûsa Fethî nediyar e.

Aram Fethî doh li bajarê Merîwanê yê ser bi bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate destgîrkirin.

Aram Fethî ku ji aliyê hêzên Îtleata artêşê ve hatiye destgîrkirin, çarenûsa wî jî ne diyar e.

Aram Fethî derbarê jîngeparêzî, kolber û kirêkaran de kampanya azadî ji bo jinên hatin mehkûmkirin xebat kiriye û çend caran jî hatiye girtin.

Her wiha gelek çalak bû, di van salên dawî de çend caran hatiye destgîrkirin û di bin metirsiyê de bû.

Malbata wî qala vê dike ku Fethî xwedî nexweşiya romatîzmê ye û di aliyê tendirûstiyê de ne başe.