Rejîma Îranê kolberek qetil kir

Hêzên rejîma Îranê li bajarên Bane û Merîwanê êriş birin ser kolberan. Hate ragihandin ku di encamê de kolberek hatiye kuştin, kolberek jî birîndar bûye.

Li gorî Kolbernewsê, hêzên rejîma Îranê doh li herêma navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êriş birin ser kolberan.

Êriş li nêzî nuqteya ser sînor a Henge Jal a li bajarê Bane qewimî. Di êrişê de kolberê bi navê Haşim Hisên hate qetilkirin ku ji gundê Mencalan e.

Li gorî heman çavkaniyê, hêzên rejîma Îranê li herêma Merîwanê jî êriş birin ser komeke ji kolberan.

Di vê êrişê de jî kolberê bi navê Hadî Rezayî bi giranî birîndar bû.