Hêzên rejîma Îranê dîsa êrîşî kolberan kirin
Li Pîranşarê, ji ber êrîşa hêzên rejîma Îranê kolberek bi giranî birîndar bû.
Li Pîranşarê, ji ber êrîşa hêzên rejîma Îranê kolberek bi giranî birîndar bû.
Elî Hesenzade (45) ê ji bajarê Balagir ê herêma Pîranşarê, ji ber êrîşa hêzên rejîma Îranê bi giranî birîndar bû.
Elî Hesenzade ji ber êrîşa çekdarî bi giranî birîndar bû û destûr nehate dayin ku wî rakin nexweşxaneyeke li Rojhilatê Kurdistanê.
Hesenzade çend saetan bi birîndarî li erdê ma û piştre ew rakirin nexweşxaneyeke li Başûrê Kurdistanê.