Hêzên rejîma Îranê 2 ciwanên Kurd kuştin
Li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, du ciwanên Kurd ên bi navê Mihemed Bêranî û Osman Kurdî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin kuştin.
Li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, du ciwanên Kurd ên bi navê Mihemed Bêranî û Osman Kurdî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin kuştin.
Li bajarê Serdeştê yê eyaleta Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, 2 ciwanên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin kuştin.
Ciwanên Kurd ên bi navê Mihemed Bêranî û Osman Kurdî duh bi şev saet di 02:00 de hatin kuştin.
Hêzên rejîma Îranê di rojên dawî de li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê gelek kes binçav kirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku zextên rejîmê yên li dijî gel di dema dawî de zêde bûne.