Hêzên QSD'ê jinek Êzidî û sê zarokên wê li Dêra Zorê rizgar kirin

Jina bi navê Şirîn Dexîl Hemo, tevî sê zarokên xwe ji aliye hêzên QSD’ê ve li herêma Dêra Zorê ji nava lepên çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Tevgera Azad a Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) jin û zarokên wê radestî malbata wê kir.

Şirîn Dexîl Hemo ya ku 3'ê Tebaxa 2014'an dema fermanê tevî zarokên xwe dîl ketibû destê çeteyên DAIŞ'ê, 11'ê Îlonê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve li herêma Dêra Zorê hate rizgarkirin. Hemo dema gihişt ser axa Şengalê di destpêkê de çû serdana goristana şehîdan a bi navê Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan.  

Di dema teslîmkirina malbatê de li ser navê meclîsa TAJÊ Dayika bi navê Niam Îlyas a di rêveberiya TAJÊ de cih digire hestên xwe wiha anî ziman. "Em îro pir kêfxweş in ku jinek me ya din ji destê çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Em spasiya hêzên QSD’ê  dikin ku jina bi navê Şirîn û her sê keçên wê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine." 

Li ser navê malbata Şirîn Dexîl jî dayika wê Henîf Brahîm kêfxweşiya xwe anî ser ziman, "Em spasiya hêzên QSD'ê dikin ku keça min ji destê çeteyên hov ên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Ez bi rizgarbûna keça xwe û her sê neviyên xwe pir kêfxweş im ku carek din hatine nav me û spasiya hevalan dikim."

Her dawî jî Şirîn Dexîl anî ser ziman ku "Ez gelek kêfxweş im ku ez hatim Şengalê. Spasiya hevalan dikim, silavê min ji hemû hevalan re hene û serketinê ji wan re dixwazim."

Jina bi navê Şirîn ya ku ji destê  çeteyên hov ên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, bi her sê keçên xwe ve ji aliyê meclîsa TAJÊ ve li qada Serdeştê hate radestkirin.