Hêzên kontra li Wanê li ser kar in: Êrîşî goristanê kirin

Hêzên kontra yên dewleta Tirk êrîşî gorên gerîlayên ARGK û HPG'ê kirin.

Koma kontra ya ku ket nava Goristana Yenî Mahalle ya Wanê, ku gorên gerîlayên ARGK û HPG'ê lê ne, zerar dan goran û bi boyaxa reş kêl boyax kirin.

Kesên ku bi maske rûyê xwe girtibûn û çek di destê wan de bûn, danê sibehê ketin nava Gorisatna Yenî Mahalle û êrîşî goran kirin. Kontrayan bi boyaxa reş navên li ser kêlan reş kirin. Şêniyên herêmê yên bi bûyerê hesiyan, nerazîbûneke mezin nîşan dan.

Şahidekî got ku ev koma çekdar ji wesayiteke reş a bi tîpa Ranger peya bûne û bi qareqara gotina "Ya Allah bismillah" êrîşî goristanê kirine.