Hêzên Iraqê li Kerkûkê polîtîkaya Erebkirinê didomînin

Li Kerkûkê li dijî polîtîkayên ku hêzên Iraqê yên li Kerkûk û navçeyên wê li dijî Kurdan têne kirin daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Piştî çalakiyê hêzên Iraqê du çalakvan hatin binçavkirin.

Li dijî polîtîkayên koçberkirinê yên ku hêzên Iraqê li Kerkûkê û navçeyên wê dikin li Kerkûkê daxuyaniya çapemeniyê dan. Piştî çalakiyan hêzên Iraqê du kes hatin binçavkirin.

Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî yên bi ser wê ve referandûma 25’ê Îlona 2017’an ên Başûrê Kurdistanê ji xwe re kirine fersed, piştî êrîşên dagirkirinê ya 16’ê Cotmeha 2017’an li herêmên ku nîqaş li ser wan hene polîtîkayên zextê domandin. Hêzên Iraqê li Kerkûkê û navçeyên wê polîtîkaya ‘Erebkirinê’ didomînin.

Hêzên Iraqê ku serî li polîtîkayên rejîma Sedam Huseyîn dane, bi taybetî li Kerkûkê navendê, li navçeya Dakûkê û gundan, li mintiqeya Sergeran, Qadir Kerem û Palkane zextê li ser welatiyên Kurd dikin. Kurdên li van deveran dijîn jî diyar kirin ku dixwazin wan koçber bikin, helwesta xwe nîşan dan.

Li dijî polîtîkayên van hêzan li Kerkûkê bi pêşengiya aktîvistên sivîl li navenda bajêr daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de gelek welatî hazir bûn. Di daxuyaniyê de Ethem Cuma axivî û got Rakan Seîd ku wekaleta walitiya Kerkûkê dike û li nehyeyên bi ser wê ve bi demografiyê dilîze û polîtîkaya Erebkirinê dike.

Cuma got, ‘’Mafên ku gelê me bi hezaran şehîd dane û bi dest xistin niha tê xwestin ku ji dest me were standin. Em ê ti caran van polîtîkayan qebûl nekin û em careke dî diyar dikin ku ev polîtîka siberojê wê gelek probleman bi xwe re bînin.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê Polîsê Federal ê Iraqê xwest ku dest li ser kamera û mekenîyên fotografan ên nûçegihanan deyne. Piştî rageşiyeke demkurt çalakgerên bi navê Ethem Cuma û Rizgar Cuma hatin binçavkirin.