Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
“31’ê Gulanê Helîkoptera bi tîpa Coûgar a hêza koordîneya operasyona li Çiyayê Kato û Besta ya artêşa Tirk lidar dixist, li nav bûn, dema ku li herêma Sêgirkê ya navçeya Qilaban a Şirnex di nava tevgerê de bû, ji aliyê hêzên me yên li qadê ve hate hedefkirin û lêxistin. Helîkoptera ku derb xwar dema ku xwest ji qadê vekişe kete xwarê.”
Di helîkoptera ji aliyê gerîlayên HPG’ê ku 31’ê Gulanê hate xistin de, koordîneya operasyona artêşa Tirk a li herêma Çiyayê Kato- Besta birêve dibirin li nav bû. Di helîkoptera ku gerîlayan xistine de Tumgeneral Aydogan Aydin, Serheng Oguzhan Kuçukdemîr, Serheng Gokhan Peker, Serpel Songul Yakut, Serdar Koray Onay, Serpel Ilker Acar, Serpel Nurî Şener, Serçawiş Mehmet Erdogan , Çawişê pispor Zekî Koç, Serpelê Pîlot Serhat Siginak, Pîlot serekserpel Abdulmutalîb Kesîkbaş, Serçawiş Fevzî Kiral û Çawişê Pispor ê Piyade Hakan Încekal hebûn.