Hêzên gerîla li Mêrdîn, Amed û Bedlîsê çalakî pêk anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Mêrdîn, Amed û Bedlîsê çalakî hatine lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya HPG'ê li navçeya Farqîn a Amedê '2 kontra' hatin kuştin, li Mêrdînê derb li wesayita leşkerî hate xistin û li Tetwanê jî çalakî hate kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ev daxuyanî da:

LI MÊRDÎNÊ DERB LI WESAYITA LEŞKERÎ HATE XISTIN

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 15'ê Tîrmehê saet 12:50'î li ser rêya navçeya Mîdyat a Mêrdînê û navçeya Hezexê ya Şirnexê li dijî wesayiteke kontrayan çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Derb li wesayitê hate xistin, lê hejmara kontrayên hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

LI FARQÎNÊ 2 KONTRA HATIN KUŞTIN'

Şeva 12'ê Tîrmehê saet 23:30'î hêzên me li dijî leşker û kontrayên li ber bendava li navçeya Farqîn a Amedê bûn çalakiyek kirin. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin û di encamê de 2 kontra hatin kuştin.

LI BEDLÎSÊ ÇALAKÎ

16'ê Tîrmehê saet 05:40'î, hêzên me li ser rêya navbera navçeyên Tetwan û Xîzanê yên Bedlîsê li nuqteyeke artêşa TC a dagirker xistin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

OPERASYON Û ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Roja 14'ê Tîrmehê, artêşa TC a dagirker li mintiqayên Risor û Navyana Şêxa yên herêma Şehrîban a Şirnexê dest bi operasyonê kirin. Operasyon roja 15'ê Tîrmehê bi rengekî bê encam qediya.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 16 û 17'ê Tîrmehê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Balafirên şer 16'ê Tîrmehê saet 18:00 li derdora gundê Golka yê herêma Metîna, 17'ê Tîrmehê jî li qadên Geliyê Reş û Ermûşê yên herêma Xakurkê bomberdûman kirin."