Hêzên gerîla li Şemzînan, Gever, Bagok û Xarpêtê lê dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, encamên çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk eşkere kir.

Daxuyanî li ser malpera înternetê ya HPG'ê hate weşandin û li ser çalakiyên gerîla yên li navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê, herêma Bagokê ya Mêrdînê û herêma navbera Çewlig-Xarpêrtê agahî hatin dayin:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Encamên çalakiyên hatine kirin;

26'ê Gulanê saet 00:10'an, hêzên me li dijî qereqoleke ku li taxa Eldê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê nû tê çêkirin, çalakiyek kirin. Li dijî wesayitên ku di çêkirina qereqolê de tên bikaranîn û stargehên hêzên dijmin çalakiyên sabotajê hatin kirin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirni û birîndar bûn nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi gelek wesayitên zirxî dest bi operasyonê kirin. Di operasyonê de, di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de 3 tîmên taybet hatin kuştin, 8 tîmên taybet jî birîndar bûn. 2 hevalên me yên ku li dijî hêzên dijmin bi lehengî şer kirin şehîd bûn. Nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

LI GIRÊ HARÛNA 2, LI GEVERÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

27'ê Gulanê saet navbera 00:10-01:00 hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li ser girê Harûna yê Şemzînanê 2 çalakî kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

25'ê Gulanê saet 14:30'î, hêzên me li dijî leşkerên li ser girê Şehîd Gafûr ê li navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

ÇALAKIYA LI SER RÊYA ÇEWLIK-XARPÊTÊ

Hêzên me roja 25'ê Gulanê saet 19:10'an li dijî qereqola Şerga ya li ser rêya Çewlig-Xarpêtê çalakiyek kirin. Ji du aliyan ve derbên giran li çeper, stargeh û wesayitên zirxî yên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

LEŞKEREKî TIRK LI BAGOKÊ HATE KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me 25'ê Gulanê saet 18:00 li li dijî leşkerên li qereqola Xirabê Alê ya li herêma Bagokê ya li Mêrdînê çalakî kirin. Di çalakiya sûîqestê de leşkerekî dijmin hate kuştin."