Hêzên gerîla ji hewa ve li artêşa Tirk xistin

Li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hêzên gerîla bi taktîkeke taybet a ji hewayê ve li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Di encama çalakiyê de leşkerek mir yek jî birîndar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

LI HÊNE OPERASYON Û ŞER

"Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 7’ê Îlonê saet 15:00’an li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Combetê yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn bi rêya hewayî bi taktîkeke taybet çalakiyek lidarxist. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Roja 6’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma gundê Şelê yê navçeya Hêne ya Amedê operasyonek da destpê kirin. Di navbera hêzên me û artêşa TC’ê ya dagirker de şer qewimî. Di vî şerî de hevrê Welat ku li dijî dijmin bi lehengî şer kir şehîd bû. Operasyona li herêmê bi desteka yekîneyên veşartî hê jî didome.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Welat Amed
Nav û Paşnav: Azad Başal
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Gulperî – Suleyman
Cih û Demê Şehadetê: Amed / 6’ê Îlona 2019’an

Welat – Azad Başal

Hevrê Welat Amed, li Amedê li nav malbateke welatparêz hatiye cîhanê, ji ciwantiya xwe ve di nav têkoşînê de dest bi xebatê kiriye. Hevrêyê me Welat ku tim li dijî faşîzma TC'ê têdikoşiya ji 2015'an û vir ve tevlî nav refên gerîla dibe. Li nav hemû xebatan bi ked û wêrekiya xwe derdikeve pêş, her gav û her fersendê hewl dide ku derbê li dijmin bide. Hevrê Welat şervanekî ciwan e,  ku heta şehîd dibe jî bi fedekariya xwe tê zanîn di dilê hevalên xwe de yên ku bi hev re dixebitî bi kesayatiya xwe ya xerû, bi dilsoziya bi têkoşînê derkeve pêş.

Di serî de serê malbata hêja yê hevrê Welat serê hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em son dixwin ku bîranîna şehîdên me bi têkoşînê re geş bikin û serfiraz bikin."