Hêzên dewleta Tirk li Xîzanê bi sedan dar birîn

Hêzên dewleta Tirk li navçeya Xîzan a Bedlîsê li gundê Xûlepûrê bi rêya kepçeyan bi sedan darên fêkî û findeqan ji kokê rakirin.

Dewleta Tirk a dagirker di 2'ê Tîrmehê de li 10 gund û gundikên navçeya Xîzan a Bedlîsê "qedexeya derketina derve" ragihand û di nava 5 rojên qedexeyê de zerar da zeviyên şêniyên herêmê, bi sedan dar bi kepçeyan ji binî ve rakir. Ji şêniyên gundê Xûlepûrê Mehmet Sakî Altûn diyar kir ku bi sedan darên wî yên fêkî û findeqan bi kepçeyan ji kokê hatin rakirin.

Mehmet Sakî Altûn got, "Zeviyê ji 30 donimî di nava çend kêliyan de tune kirin. Divê heyetek bê gund û lêkolînê bike. Divê ev heqaret, ev zilm bê dîtin. Ev şitil ji bo me çavkaniya jiyanê bûn. Yekane armanca wan ew bû ku zerarê bide me û xwezaya me."