Hêzên dewleta Îranê ji 8’ê Çileyê ve herî kêm 114 Kurd destgîr kiriye

Hate diyarkirin ku hêzên dewleta Îranê ji 8’ê Çileyê ve herî kêm 114 Kurd destgîr kiriye.

Komaleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) da diyarkirin ku li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê operasyonên destgîrkirina xwedevan, aktîvîstên civaka sivîl, mamoste, nûçegihan û hûnermendan didome.

KMMK da zanîn ku ji 8’ê Çileyê ve li Urmiye, Sîne, Kirmaşan, Îlam û li bajarên Îranê yên Tehran û Kerecê de herî kêm 114 Kurd hatine destgîrkirin.

KMMK li dijî van operasyonan da diyarkirin ku mafê mirovan hate binpêkirin. Li gorî rapora Komaleyê kesên hatîn destgîrkirin rastî nêzîkatiyên xirap hatine. Her çendî ku destûra bi malbatan re hevdîtin hatibe dayîn jî lê bi Kurdî axaftin hatiye qedexekirin. Di heman demê de ji aliyê hinek malbatan ve hate diyarkirin ku êşkence li girtiyan hatiye kirin.

KMMK ji bo rêxistinên mafê mirovan yên navneteweyî banga dijî derketinê kir.

KMMK lîsteya navê kesên ku hatine destgîrkirin jî eşkere kir. Li gorî KMMK’yê li Bokanê 21 kes, li Mehabatê 15 kes, li Şînoyê 15 kes, li Nexeyê 11 kes, li Pîranşarê 8 kes, li Sîneyê 8 kes, li Kirmaşanê 5 kes, li Paweyê 5 kes, li Seqîzê 4 kes, li Hewramanê 4 kes, li Rebatê 3 kes û li Îlamê jî kesek hatiye destgîrkirin.