Hêzên Îranê li Banê êrîşî gel kirin, ji KODAR’ê bang

Protestoya li dijî kuştina 2 kolberan a li Banê ya ji aliyê rejîma Îranê ve hate kirin dewam dike. Hêzên rejîmê êrîşî protestoyê kir. KODAR ev bang kir: “Piştgiriyê bidin gelê Banê, Serdeş û Merîwanê.”

Protestoya li dijî qetilkirina 2 kolberan a li bajarê Banê yê eyaleta Sîne a Rojhilatê Kurdistanê dewam dike. Xwepêşandana ku duh li pêşiya avahiya qeymeqamtiyê destpê kir, di roja 2’emîn de dewam dike.

Hêzên bi çek ên Îranê êrîşî xwepêşanderan kir, xwepêşander jî bi kevir û daran parastin. Şerê ku li ser êrîşa hêzên rejîmê re destpê kir dewam dike.

Hêzên bi çek ên girêdayî rejîmê beriya 2 rojan li ser sînorê Banê êrîşî kolberan kiribû. Di êrîşê de Heyder Ferecî û Mam Qadir jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê bûyerê û şûnde gelê Banê rabibû ser lingan.

JI KODAR’Ê BANGA PIŞGIRIYÊ

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR), têkildarî xwepêşandana welatiyên Kurd li bajarên Bane, Serdeşt û Merîwan, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.Di daxuyaniya KODAR’ê de siyaseta Îranê ya ji bo bê deng kirina welatiyên Rojhilatê Kurdistanê hat şermezar kirin û ji welatiyan hat xwestin ku piştgiriya xwepêşandana gelê li Bane, Serdeşt û Merîwanê bikin.

"Di daxuyaniyê de hate gotin:

‘’Di encama êrîşa rejîma Îranê de 2 kolber hatin kuştin. Zextên rejîmê êşa li nav gel zêdetir dikin. Gel neçar tê hiştin ku di şertên giranbûyî de bijî. Ji ber krîza aborî ya li Rojhilat bi taybetî jî li herêmên ser sînor Kurd ji bo ku debara xwe bikin, jiyana xwe dixin talokeyê. Kolber ew sembola wê vîna Kurdan e ku radest nabe, çok nedanî û rûmet û civakê diparêze.

Em KODAR daxwaza gelê Banê, Serdeşt, Merîwanê meşrû dibînin û destekê didin. Em bang li gelê Kurd ê Rojhilat, bi taybetî yên li ser sînor dikin ku destekê bidine gelê Banê, Serdeşt û Merîwanê.’’