Heywanên qurbankirinê nehatin firotin

Gelek heywanên ku firoşkaran ji bo Cejna Qurbanê xwedî kiribûn û anîn bazarên heywanan ên li bajaran, nehatin firotin.

Xwedîkerên heywanên dermale yên li bajarê Wanê ku wek navenda xwedîkirina pez e, heywanên ji bo Cejna Qurbanê xwedî kiribûn, anîn bazarên heywanan lê piraniya heywanan nehatin firotin. Firoşkarên heywanan ji nefirotina heywanên di destên xwe de bi gilî û gazinc in.

Sala 2021’î li Wanê, seriyek pez bi hezar û pêncsed – du hezar û pêncsed lîreyan, dewar jî bi 10-20 hezar lîreyan dihatin firotin. Xwedîkerên heywanan, îsal jî bi heman buhayî heywanên xwe difiroşin, lê kes nastîne.

Kenan Sarioglû yê li bazareke heywanan a li Wanê heywan dane ber firotinê, got: “Me par hemû heywanên xwe firotin, ên standinê hebûn. Par xelk ne bê pere bû lê îsal pereyê xelkê yê bikire nîn e. Em bi zirarê didin dîsa kes nastîne.”

HEYWAN PIR IN, KES NASTÎNE

Firoşkarekî heywanan ê din Abdullah Aslan, got ku quweta standinê ya xelkê nemaye û wiha axivî: “Buhayê kîloyek goştê mîhan û kîloyek firingî bûye wek hev. Tu tişt nemaye li Tirkiyeyê. Li bazarê heywan pir in lê kesê ku bistîne nîn e. Rewşa Tirkiye ketiye qet ne baş e.”

XWARINA GOŞT ÊDÎ BÛYE LUKS

Mehme Sari jî bi bîr xist ku par tona kayê bi hezar lîreyan bûye, li îsal bûye bi 3 hezar lîreyan û wiha axivî: “Lîtreya mazotê par bi 6 lîreyan bû, niha bûye 30 lîre. Ji ber van zeman debara me nabe. Tişt di destê kesê de nemaye. 50 heywanên min hene, min hêj yek nefirotiye. Heywan erzan in jî kes nastîne. Çimkî di nav xelkê de pere nemaye. Qurbankirin û xwarina goşt bûne luks. Xwedê li me were rehmê.”

BI ZIRARÊ JÎ KES NASTÎNE

Firoşkar Halîl Ors jî ev gotin kirin: “Bi van zeman em êdî nikarin li erebeyên xwe jî siwar bibin. Buhayê her tiştî pir zêde bû. Zem li her tiştî ket lê heywanên me bi qîmet nebûn. Salê em bi 4-5 hezar lîreyan mesrefê li heywanekê dikin lê nayên firotin. Me dev ji karê berdaye, bi zirarê jî kes nastîne. Her kesê li vê bazarê, heywanên xwe bi zirarê dide. Heywan êdî nayên xwedîkirin.”

REWŞ QET NE BAŞ E

Firoşkarê heywanan Mehmet Şîrîn Oflas jî derbirî ku ên welêt bi rê ve dibin xelk perîşan kirine û got: “Îro bi pereyê beranekî bi zorê torbeyek ar tê. Rewş qet ne baş e. Dewlemend dewlemendtir bûn, xizan ji berê jî xizantir bûn. Li vî welatî êdî heywan nayên xwedîkirin. Ev heywanên, me salek ji bo Cejna Qurbanê xwedî kirin, di Cejna Qurbanê de jî nayên firotin.”