Heyetên Bakur, Başûr û Efrînê derbasî Kobanê bûn

Ji Bakur û Başûrê Kurdistanê û Kantona Efrînê 3 heyet derbasî Kantona Kobanê bûn.

Ji Bakur û Başûrê Kurdistanê û Kantona Efrînê 3 heyet derbasî Kantona Kobanê bûn.

Heyet îro danê nîvro di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê bûn û ji aliyê Serokê Meclîsa Rêveber Enwer Mislim û serokên desteyên meclîsê ve hatin pêşwazîkirin.

Heyeta Bakurê Kurdistanê ji Parlamentera berê ya Ewropayê Feleknas Uca, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, heyeta Başûr  ji Parlamenterê Tevgera Goran Berwar Elî, Parlamentera Yekgirtu Îslamî Necibe Letîf, Parlamentera Yekîtiya Îslamî Buhar Ebdurehman, Parlamenterê YNK’ê Salar Mehmud, parlamenterên PDK’ê Elî Halo û Mehemed Elî, Parlamenterê Suryan Kemal Yildiz û rojnamevan Amed Îsmaîl, şandeya Efrînê jî ji Seroka Meclîsa Rêveber Hêvî Mistefa, Cîgira Seroka Desteya Jinan Fehîma Silêman, Serokê Desteya Tenduristiyê Xelil Şêx Hesen, Serokê Desteya Malbatên Şehîdan Ebdulhenan Şêxo, Endama Konseya Perwerdehiyê ya Kantonê Medîne Bozan, Endamê Partiya Demokratîk a Kurd li Suriyê Mehmud Baqî, endamên Odeya Endezyaran Yamin Nehsan, Newroz Îsa, Zozan Elî, Ednan Mehemed û Hêvan Wezîro pêk tê.

Heyet piştî pêşwazîkirinê li nava kolanên bajar geriyan û hatin meydana Azadiyê. Li vir Parlamenterê YNK’ê Salah Mehmud axivî û berxwedana Kobanê pîroz kir. Mehmud got ku pêwîste hevgirtina li hemberî êrîşên çeteyan, li hemû qadan pêk were. Mehmud da zanîn ku pêşmerge jî li ser vê yekê tevlî berxwedana Kobanê bûne. Parlamenterê HDP’ê Îbrahîm Ayhan jî diyar kir ku we ji bo alîkariya Kobanê amadene û tişta ku dikeve ser milê wan dê bicîh bînin.

Seroka Meclîsa Rêveber a Efrînê Hêvî Mistefa jî anî ziman ku ew wekî Kantona Efrînê ji bo her cure alîkariya Kobanê amade ne.

Serokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Mislim jî, ji ber alîkariya hemû perçeyên Kurdistanê, spasiyên xwe pêşkêş kirin û got ku ev serkeftin bi saya piştgiriya hemû perçeyên Kurdistanê pêk hatiye.

Piştî axaftinan heyeta Başûr plaketek da Serokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Mislim.

Heyet piştî li nava bajar lêgerînên xwe domandin. Heyetên Başûr û Bakur wê îro dîsa vegerin cihê xwe.