Heyeteke din a Hewlêrê çû Bexdayê

Heyeteke ji Başûrê Kurdistanê çû Bexdayê û li ser meseleya deriyên sînor û vekirina balefirxaneyan a ji firîna navneteweyî re nîqaş kirin.

Piştî referandûmê hikumeta herêmî gelek caran daxuyanî dabû ku ew ji hevdîtinên fermî re amade ne. Îro jî heyeteke ji Hewlêrê çû Bexdayê û bi Wezîrê Karê Hundir ê Bexdayê re li ser meseleyên vekirina deriyên sînor û vekirina balefirxaneyan a ji firîna navneteweyî re nîqaş kirin. Piştî hevdîtinê Wezîrê Karê Hundir ê Iraqê diyar kir, wan li hev kirine ku hêzên Iraqê li hemû deriyên sînor werin bicihkirin.

Krîza di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û rêveberiya herêmî de didome. Berê rêveberiya herêmî gelek caran ji bo destpêkirina muzakereyan bang kiribû, lê hikumeta navendî ya Iraqê bersiv nedida van bangan. Ligel van tiştan jî partî, serokên partiyan û heyetên cihê ji bo hevdîtinan çûn Bexdayê.

Lê heta niha ji hevdîtinan tu encam derneket. Heyeta bi serokatiya Wezîrê Karê Hundir ê Rêveberiya Herêmî Kerîm Sîncarî ji bo vekirina balefirxaneyan û krîzên deriyê sînor çûn Bexdayê û bi Wezîrê Karê Hundir ê Mûhammed El Aracî re civiyan.

Piştî hevdîtinê Wezîrê Karê Hundir ê Mûhammed El Aracî daxuyaniyek da. Aracî diyar kir ku hevdîtina wan bi erênî derbas bûye û got, “Ji bo ku hêzên Iraqê li hemû deriyên sînor bi cih bibin, me li hev kiriye.”

Aracî diyar kir ku ew ê dest  bi pêvajoya teslîmkirina balefirxaneyan bikin û got, “Bi vî awayî wê Destûra Bingehîn a Iraqê pêk were. Ji xeynî kontrolkirina sînorên rêveberiya federal, balefirxane û rafîneriyên petrolê tu kêşeyên me bi rêveberiya herêmî re tune. Di xala 122’emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê de, tê diyarkirin ku petrol a gelê Iraqê ye. Di çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê de, em amade ne ku rûpelekî nû vekin.”