Heyetek ji Parlamentoya Hewlêrê ber bi Efrînê ve diçe

Komeke parlamenterên ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyên yên Tirk ji Hewlêrê ber bi Efrînê ve ketin ser rê.

Li gorî nûçeya RojNewsê di nava heyetê de  parlamenterê YNK’ê Salar Mehmud, parlamenterê Hizba Komunîst Ebû Karwan, parlamenterê PDK’ê Elî Halo, parlamenterê Goran Şêrko Heme Emîn parlamenterê Yekgirtû Suhrab Mîkaîl cih digrin û  ber bi kantona Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ve bi rêketin.

Diyar bû ku heyet di seatên sibê de ji Hewlêrê derketine. Ev hewldana bi biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk hatiye.

Li gorî biryarê ji 5 partiyan jî her kesek di nava heyetê de cih digre.  Endamê heyetê Parlamenterê YNK’ê Salar Hemhûd iwha got; “Bi biryara parlamentoyê 5 kes ji komên cûda ji bo serdana Efrînê bikin hatin destnîşankirin û wêrankariyên dewleta Tirk bibînin. Ka çewan bi şêweyek ne yasayî û dûrê nirxê însanî êrîş dike. Emê bi raporekê tevahiya rastiyên van bûyerên dijî Efrînê çêbûne binivîsin û piştî vegeriyan emê bidin parlamentoya Herêma Kurdistanê. Piştre jî pêşkêşî rêxistinên navnetewî bikin.”

Salar Mehmud wiha jî got; “Ev şande wê peyama gelê Başûr bigehîne şervanan. Emê hewl bidin ji bo sînorên navbera Rojava û Başûr bi temamî bên vekirin.”

Hêjayî gotinê ye ku di 30’ê Çileyê de Parlamentoya Herêma Kurdistanê dijî êrîşên ser Efrînê helwesta xwe nîşan da û ev êrîş şermezar kirin. Piştgiriya berxwedana Efrînê kir. Her wiha daxwaza vekirina deriyê sînorê Fîşxabûr-Sêmalkan kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser Rojavayê Kurdistanê girtiye.