Heyeta Teqteq û Çemçemalê çû serdana Qendîlê

Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê didome. Heyeta Teqteq û Çemçemalê çûn serdana çalakgeran û nerazîbûn nîşanî hikumeta Başûr dan.

Ji bo protestokirina êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê hatibû destpêkirin di roja 12’emîn de didome. Gelê ku ji Teqteq û Çemçemala Silêmaniyê hatin, çûn serdana çalakiyê.

‘PROPAGANDAYA HILBIJARTINÊ’

Çalakvanê mertalê zindî Sîrwan Raperîn çû serdana heyetê û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk nirxand. Sîrwan Raperîn diyar kir ku ev êrîş tê wateya êrîşên li ser hemû Kurdistanê û bal kişand ser vî tiştî ku ev gef ji bo propagandaya hilbijartinê tê kirin.

‘HEKE HDP BENDÊ DERBAS BIKE EW Ê REJÎMA FAŞÎST DERBEKE GIRAN BIXWE’

Raperîn diyar kir ku hilbijartina 24’ê Hezîranê gelekî girîng e û got ku, “Heke HDP bendê derbas bike, ew ê rejîma faşîst derbeke giran bixwe. Berevajî vê rewşê jî ew ê dagirkerî berfirehtir bibe.”

Raperîn gefên li ser dagirkirina Qendîlê nirxand û diyar kir ku berê Seddam Huseyîn û Îranê jî xwe ceribandine lê bi ser neketine. Raperîn got ku, ew ê Qendîl ne ew qad be ku, dagirker li wê derê bi cih bibin.

‘BERXWEDAN DIKARE DAGIRKERIYÊ BIDE SEKINANDIN’

Li ser navê heyetê Omer Hacî Huseyîn jî diyar kir ku vê çalakiya mertalê zindî di nav gelê Kurd de moralekî xurt daye avakirin û got “Ev çalakî bersiveke xurt e ji dijminên me re.”

Huseyîn diyar kir ku dewleta Tirk gelek caran xwestiye Qendîlê dagir bike û lê hemû hewldanên wan di qirika wan de mane.

Omer Hacî Huseyîn got ku, “Têkoşîna azadiya Kurdistanê ya ku bi pêşengiya Rêber Apo hatiye destpêkirin bi çiyayên Kurdistan û Qendîlê bûye yek. Felsefeya tevgera azadiyê dikare pêşengtiyê ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bike.”

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Huseyîn diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê di xefletê de ye û divê ev hikumet ji bo yekîtiya Kurdistanê têkeve nav tevgerê.

Daxuyanî bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî HPG’ bi dawî bû.