Heyeta KNK'ê serdana Tevgera Goran kir

Heyeta KNK'ê ya bi serokatiya Hevserok Ehmed Qeremus, ku li hemberî alozî û rageşiya ji ber êrişkariya PDK'ê rû da, serdana Başûrê Kurdistanê kiriye, bi rayedarên Tevgera Goran re hevdîtin kir.

Heyeta KNK'ê ya bi serokatiya Hevserokê KNK'ê Ehmed Qeremus di çarçoveya serdanên ji bo aliyên siyasî de, li bajarê Silêmaniyê bi şandek Tevgera Goran re civiya.

Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Berdevkê Tevgera Goran Ednan Osman diyar kir ku serdana KNK’ê di çarçoveya hewldanên ji bo aramiya Herêma Kurdistan û aloziyên dawî bû.

Osman di dewamê de got; "Îro me li ser bûyerên dawî yên li Herêma Kurdistanê ku metirsiyek mezin ji bo xelkê çêkiriye guftugo kir. Çareserî tenê rê girtina li şer, pêkanÎna diyalog û guftugoyê ye. Beriya niha jî parlamentê şerê navxweyî heram kiriye. Divê aliyên siyasî hemû girêdayî biryarê bin."

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus jî di heman daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got; "Armanca KNK'ê çêkirina zemînek diyalogê ye. Ji bo çareseriya pirsgirêkên dawî yên li Başûrê Kurdistanê rû dane, divê aliyên siyasî dest bi danûstandinan bikin û bi hev re nakokiyan çareser bikin. Divê ji bo ku şer çênebe, em hemû bi hev re rê li aloziyan bigrin. Ji ber ku egera şer wê hemû destketiyên gelê Kurd ji nav bibe."

Hevserokê KNK'ê herî dawî jî got; "Me daxwaza hevdîtinê ji birêz Mesud Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê kiriye. Lê heya niha bersiva me nedane."