Heyeta KNK'ê serdana Tevgera Azadî kir

Hevserokê KNK'ê Rebûwar Reşîd tevî heyetekê serdana Tevgera Azadî kir. Di hevdîtinê de naskirina Tevgera Azadî ya bi rengekî fermî hate nirxandin.

Heyeta ji Hevserokê KNK'ê Rebûwar Reşîd, endamên KNK'ê Ferhat Doskî û Dervîş Çîmen pêk hat, serdana navenda Tevgera Azadî ya li Silêmanî kir. Serdan duh piştî nîvro saet di 14:00 de pêk hat. Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên, endamên meclîsê Huseyîn Kerkûkî û Nerîman Ahmed pêşwazî li heyeta KNK'ê kirin.

Hevserokê KNK'ê Rebûwar Reşîd diyar kir ku wan serdaneke rûtîn kirine û anî ziman ku wan li ser civîna KNK'ê ya çend roj berê li Dokanê hate kirin agahî dane rayedarên Tevgera Azadî.

Reşîd destnîşan kir ku naskirina Tevgera Azadî bi rengekî fermî ji aliyê hikumeta navendî ya Iarqê ve cihêk êfxweşiyê ye û ev yek li rêveberên tevgerê pîroz kir. Reşîd bendewariya xwe ya ji bo destpêkirina serdemeke nû li nava siyaseta Başûrê Kurdistanê anî ziman û got, "Em gelekî pê kêfxweş in ku serdana me li dema qebûlkirina fermî ya tevgera we rast hat. Em we pîroz dikin. Di mijara çareserkirina rewşa xitimandî ya siyaseta Başûrê Kurdistanê û Iraqê, rakirina astengiyên li pêşiya siyasî û demokratîkkirina siyasetê de wezîfeyeke mezin li ser milê we ye. Em bawer in ku hûnê bi rengekî serketî bi vê wezîfeya xwe rabin."

'EM DIXWAZIN DAWÎ LI SIYASETA LI SER NETEWEPERESTIYÊ TÊ KIRIN BÎNIN'

Hevserokat Tevgera Azadî Tara Hisên jî anî ziman ku haya wan ji erk û berpirsyariya giran a li ser milê wan heye anî ziman ku armanca wan demokratîkkirina siyaseta li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye.

Hisên got, "Armanca me ya bingehîn dawîanîna li siyaseta ku li ser netewperestiyê tê kirin e. Li şûna ku bi siyaseta li ser neteweperestiyê desthilatdarî bê avakirin, divê rewşeke siyasî ya ku her kes bi hev re di nava aştiyê de dikarin bijîn û gel bi rengekî çalak cihê xwe di nava siyasetê de digire bê afirandin. Ev armanca me ye û em ê vê armanca xwe bi ser bixînin."