Heyeta KNK'ê serdana partiyên Komela kir

KNK ji bo platforma yekitiya netewî piştî hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re, bi partiyên Rojhilat re civiya. Serdana KNK'ê ya destpêkê baskê 3. a Komelayê bû.

Heyeta Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK'ê ji bo yekitiya Kurd û avakirina platforma kongreya netewî bi partiyên siyasî yên 4 parçeyên Kurdistanê dest bi hevdîtinan kirîbû. KNK piştî hevdîtinên xwe yên bi partiyên Başûrê Kurdistanê re dest bi serdana partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir.

Cigirê Hevserokatiya KNK'ê Tahir Kemalîzade, Endamê Dîwana KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî û Perwîn Ezîz, Endamên KNK'ê Seyîd Ekrem û Ferhat Dostkî îro di seat 14:00'an de serdana baskê sêyem a Partiya Ked û Şoreşê ya Kurdistana Îranê- Partiya Komunîst a Îranê Komala-Partiya Komûnîst a Îran û Komala, kir.

 ‘HEVDÎTINEK BAŞ BÛ’

Hevdîtina heyeta KNK’ê ya ku ji aliyê Cigirê Sekretetê Giştî yê Partiya  Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê Ebûbekir Muderîs ve hate pêşwazîkirin bi qasî saetek û nîvê dewam kir. Muderîs ê ku piştî hevdîtinê di civîna çapemeniyê ya hate lidarxisin de axivî û diyar kir ku hevdîtin baş bû. Mederîs wiha got: “Me guh da pêşniyarên hevalên xwe yên KNK’ê. Me jî pêşniyarên xwe pêşkêşî wan kir. Piştî ku ev pêşniyar em di nava saziyên xwe de nirxand û şûnde, di demekî herî kurt de emê nêrînên xwe bidin diyarkirin.”

 ‘WÊ JI BO GELÊ ME BIBE WESÎLEYA MORALEKÎ BAŞ’

Heyeta KNK’ê piştre baskê din ên Komelê Komela- Partiya Komunîst a Îranê ziyaret kir. Heyet ji aliyê sekreterê giştî yê partiyê Seyîd Îbrahîm Elîzade û endamên din ên komîteya navendî ya partiyê ve hate pêşwazîkirin. Piştî hevdîtina ku saetekê dom kir sekreterê giştî yê Komela- Partiya Komunîst a Îranê Seyîd Îbrahîm Elîzade axivî û diyar kir ku hevdîtin baş derbas bûye. Elîzade wiha got: “ Plaftormekî ku hemû partiyên siyasî bikaran bicivin, wê ji bo gelê me bibe moralkî mezin. Di wê hêviyê deme ku di encama gotûbêjên li vir derbikeve wê planek bê danîn. Piştî me hevdîtina KNK’ê di nava xwe de nirxand û şûnde di demekî pir kurt de em ê firkrên xwe yên têkildarî mijarê rabigihînin.”

HEVDÎTIN BAŞ DERBAS BÛ

Heyeta KNK'ê piştî serdana Partiya Komunîst a Îran- Komala, serdana Partiya Kedkar a Kurdistanê -Komela kir. Heyeta KNK'ê ji aliyê sekreterê giştî yê partiyê Kak Omer Îlxanzade û endamên meclîsa partiyê ve hatin pêşwazî kirin. Hevdîtina herdu aliyan ji çapemeniyê re girtî û nêzî seatekê berdewam kir.

Piştî hevdîtinê Sekreterê Giştî yê Partiya Kedkarên Kurdistanê - Komela Kak Omer Îlxanzede bersiva pirsên rojnamevanan da û wiha got:; "Ez ji bo serdana heyeta KNK'ê spasi dikim. Hevdîtinek baş derbas bû. Em amadene ku destekê bidin gavên ji bo yekitiya netewî bên avêtin bikin."

HEVDÎTINÊN KNK’Ê

KNK’ê 12’ê Hezîranê li Silêmanî daxuyaniyeke çapemeniyê dabû û banga avakirina platformeke hevpar kiribû ku partiyên siyasî û beşên civakî yên çar parçeyên Kurdistanê li wê platformê yekîtiya netewî ya Kurd û kongra netewî nîqaş bikin. Di vê çarçoveyê de bi Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK), Tevgara Goran, Partiya Komelî Îslamî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Hîzîbî Zehmetkêşan, Yegirtû Îslamî Kurdistan, Bizûtneweyî Kurdistan, Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Bizûtneweyî Demokrasî Gelê Kurdistan, Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdisan YNDK) û Tevgera Azadî ziyaret kirin.

KNK, piştî hevdîtinê bi partiyên Rojhilat re wê bi partiyên Rojava, Bakurê Kurdistanê re hevdîtinan pêk bîne.