Heyeta KNK'ê serdana Komeleya Komunîst û Zehmetkêşan kir

Heyeta KNK'ê ku ji bo pêşî li şerekî gengaz bigire li Başûrê Kurdistanê ye, serdana Hizba Komunîst a Îranê û Komeleya Zehmetkêşanê ya Kurdistanê kir. Di hevdîtinan de daxwaza çareseriya bi rêya diyalogê hate kirin.

Serdanên heyeta Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Başûrê Kurdistanê ji bo hizb û partiyên siyasî dewam dike. KNK bi partî û hizbên siyasî re li ser rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê û girîngiya yekîtiya neteweyî ya li dijî siyasetên şerxwaz dicive.

Di vê çarçoveyê de şandeya KNK’ê li gundê Rizgiwêzî ya ser bi Herêma Qeredax ya ser bi Silêmaniyê bi Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê re civiya.

Civîn li ragihandinê girtî hate kirin û hîn jî li ser civînê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Piştî wê heyeta KNK'ê serdana Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komûnîst a Îranê kir û endamên hizbê bi serokatiya Îbrahîm Elîzade pêşwazî li şandeya KNK’ê kirin.

Piştî civîna her du aliyan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Sekreterê Komeleya Komûnîst Îbrahîm Elîzade axivî û got; "Me di civîna xwe de behsa rewşa hemû parçeyên Kurdistanê û metirsiya şerek navxweyî yê li Başûrê Kurdistanê kir. Me helwesta xwe ji bo hevalên xwe ragihand. Me got ku em li dijî her cûre şerê navxweyî ne û çareseriya pirsgirêkan ya bi çek mehkûm dikin."

Îbrahîm Elîzade di dewamê de got ku divê bi ti awayekî rê ji bo bingehê şerek navxweyî yê Kurdan neyê xweşkirin, ji ber ku dewleta Tirk beriya ku dijminê PKK’ê be, dijminê serbixweyiya Herêma Kurdistanê ye. Elîzade da zanîn ku dagirker hewl didin kerameta xelkê Herêma Kurdistanê bişkînin.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs jî axivî û got; "Helwestek me û Komeleya Komûnîst a Îranê a hevpar derket holê, ew jî divê pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareser kirin. Me daxwaz kir ku her aliyek ji aliyê xwe ve rêya diyalogê di nava aliyên siyasî de çêbike."