Heyeta KNK’ê çû serdana nûnera YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed

Heyeta KNK’ê çû serdana Berpirsa Navenda Derve ya YNK'ê Şanaz Îbrahîm Ehmed û li ser girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî nîqaş hate kirin.

Heyeta Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Silêmaniyê çû serdana Berpirsa Navenda Derve ya YNK'ê Şanaz Îbrahîm Ehmed. Serdan li ofîsa Şanaz Îbrahîm pêk hat.

Heyeta KNK'ê ji Hevserokê KNK'ê Ehmed Qeremus, Cîgira Hevserokên KNK'ê Şalaw Hefîd û Endamên KNK'ê, Erkem Kemal, Raman Mecîd, Mijde Ebad û Ferhad Doskî pêk dihat.

Piştî Serdanê Hevserokê KNK'ê Ehmed Qeremus di civîna çapemeniyê de têkildarî armanca serdanê got;"Destkeftinên gelê Kurd li ber metirsiyên cidî ne û pêwîstiya me bi yekgirtina gelê Kurd heye. Ev serdan di encama civîna meha borî ya KNK'ê de pêk hat ku biryar da dest bi qonaxa yekîtiya neteweyî bike."

Li gorî Qeremus wê serdan û civînên Heyeta KNK’ê li Başûrê Kurdistanê heya çend rojên bê jî dewam bike. Herwiha tê payîn piştî Başûrê Kurdistanê Heyeta KNK’ê berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê û li wir bi hizb û aliyên siyasî re bicive.

Hêjayî gotinê ye îro Heyeta KNK’ê li bajarê Silêmaniyê bi cîgirê yekem yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê Kosret Resûl re civiya. Tê payîn îro heyet bi rêveberê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar re jî bicive.