Heyeta HDP û KCD’ê bi Serokkomarê Iraqê Salih re rûnişt

Heyeta HDP û KCD’ê li Hewlêrê serdanên xwe yên du rojan qedand û derbarê Silêmaniyê bû. Heyet bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re rûnişt.

Heyeta ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan, parlementer Feleknas Ûca, Îmam Taşçier û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî di nav de bûn, derbasî Silêmaniyê bûn.

Heyet li Silêmanî bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re rûnişt. Hevdîtin saet di 12.00’an de li mala Salih pêk hat. Di çarçoveya bernameyê de wê sohbeteke bi firavîn jî were kirin. Tê payîn ku heyet wê piştre biçe serdana Tevgera Azadî.

Heyet wê biçe ser gora serokê dîrokî yê YNK’ê Celal Talabanî. Piştî vê serdanê wê heyeta HDP û KCD’ê bi hevjîna Celal Talabanî, Hêro Îbrahîm Ehmet, bi partiya Goran û bi partiyên din re bicive. Tê diyarkirin ku wê heyet 2 rojan li Silêmaniyê biçe serdanan.

Heyeta HDP’ê di serdanên xwe de yên li Hewlêrê bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî rûniştibû.