Heyeta HDP’ê çû serdana malbata Şenyaşar

Heyeta HDP’ê çû serdana malbata Şenyaşar a ku li pêş dadgehê berxwedana xwe didomînin.

Emîne Şenyaşar a ku parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibû, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû li pêşiya Dadgeha Rihayê dest bi nobeta edaletê kiribû. Nobet di roja 119’an de didome.

Parlementerê HDP’ê Alî Kenanoglû, parlementera HDP’ê Ayşe Surucu û heyeta rêxistina HDP’ê çûn serdana malbata Şenyaşar.

Ferît Şenyaşar heyet agahdar kir û got “Tehamula wan ji daxwaza edaletê re tune. Têkoşîna me ya edaletê sê sal in didome. Li holê sûcê mirovayetiyê heye. Li Nexweşxaneya Dewletê qetlîamek hate kirin. 3 kes hatin kuştin lê di dosyeyê de biryara nepeniyê heye. Qetlîamek hatiye kirin û diyar e ku kê qetlîam kiriye."