Heyeta çû şîna Saglam hate astengkirin!

Heyeta ku dixwest biçe şîna Zehra Saglam a ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kir, hate astengkirin. Heyetê tevî astengiyê daxuyanî da û gotin AKP mirinê tîne.

Heyeta ji HDP, HDK û DBP’ê pêk tê, ji bo şîna Zehra Saglam a bi armanca şermezarkirina tecrîdê çalakiya fedaî kir û şehîd bû, çû gundê Xînzor a navçeya Gimgim a Mûşê, lê leşkeran bi hinceta walîtiye “Qedexe kiriye” destûr neda. Ketina heyetê a gund hat astengkirin, tevî astengiyê heyetê daxuyanî da û got AKP mirinê tîne.

Heyeta ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk dihat, ji bo şîna Zehra Saglam a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîn, çû gundê Xînzor a navçeya Gimgim a Mûşê,  lê leşkeran destûr neda ku heyet derbasî gund bibe.

Heyeta di nav de Serokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, Hevberdevka HDK’ê û Parlementera  HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û parlementerên HDP’ê hebûn, li ser Pira Abdurrahman Paşa ji aliyê leşkeran ve hat rewestandin. Leşkeran diyar kirin ku Walîtiya Mûşê, ji bo 15 rojan ketin û derketina gundê Xînzor qedexe kiriye û ewê destûr nedin derbasî gund bibin. Şandeyê li ser vê yekê li ber barîkata leşkeran daxuyanî da.

‘BERPIRSÊ MIRINAN DESTHILATDARÎ YE’

Arslan, daxuyanî da û wiha got: “Ji ber qedexeyê duh jî destûr nedan ku em tevlî definkirina cenaze bibin. Bi van qedexeyan naxwazin em civakê bibînin û cikariyê dikin. Ger Kurd wê li ser vê axê nekarin şînên xwe girêbidin, cenazeyên xwe defin bikin û serxweşiya hev bikin, êdî tu wateya ku Kurd behsa yekitiyê bikin, nemaye. Ev zextên li ser siyasetmedarên Kurd nayên qebûlkirin. Ev rewş wê felaketa welat bi xwe re bîne. Berpirsê mirinan desthilatdarî bi xwe ye.”

“JI GIRTÎGEHAN HER ROJ TABÛTEK DERDIKEVE’

Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî, bertek nîşanî astengiya walitiyê da û wiha got: “Ev tiştên em dijîn, em nikarin bînin ser ziman. Mirovên ciwan ji bo rakirina tecrîdê dawî li jiyana xwe tînin. Divê Wezareta Dadê zû bi zû gav bavêje. Her roj ji girtîgehan tabût derdikevin. Kêliyek berê me agahiyek din jî girt. Li girtîgeha Mêrdînê jî, girtiyek jin dawî li jiyana xwe aniye. Em carek din bang dikin, werin em bi hev re tecrîdê rakin. Em pêşiya mirinan bigirin. Em erka xwe bi cih bînin.”

Heyet piştî daxuyaniya vegeriya Mûşê.