'Heya kujer neyên eşkerekirin, her hefte li cihê heval Şukru lê hatî şehîdxistin, çalakî lidarbixin'

Îro bi tevlêbûna bi dehan Malbatên Şehîdan, çalak û welatiyên Silêmaniyê li cihê qetilkirina Şukru Serhed çalakiyek hat lidarxistin û hate gotin ku vê her hefteyê li heman cihê çalakî were lidarxistin.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Yasîn Bulut (Şukru Serhed) di 17’ê Îlona 2021’an de serê sibehê saet di 09.00’an de li taxa Çarçira ya bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker ve hatibû gulebarankirin û şehîdxistin.

Îro li taxa Çarçira ya Silêmanî ango li cihê ku Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Yasîn Bulut (Şukru Serhed) lê hatibû qetilkirin çalakiyek hate lidarxistin. Li cihê çalakiyê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand ku heya kujerên şehîd Şukru neyên eşkerekirin, ewê her hefte li cihê Şukru Serhed lê hatî qetilkirin, çalakî lidarbixin. Komîteyê her wiha ji bo tevlîbûna çalakiyê jî bang li her kesê kir.

Daxuyaniya Komîteyê ji aliyê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Amanc Hemereş ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser eşkere nebûyîna kujerên Şukru Serhed û hate ragihandin; “Îro 23 rojin di ser şehîdxistina heval Şukru Serhed re derbaz dibe. Lê heya niha kujer nehatine girtin, em dizanin ku kujer reviyane Hewlêrê.

Dîmenê dema şehîdxistina şehîd Şukru heye, destpêkê saziyên ewlekariyê ragihandin ku di destê wan de gelek belge hene û ewê ji raya giştî re parvebikin. Ji bo wê em bang li saziyên peywendîdar dikin da ku di demek zû de bûyerê ronî bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ; “Emê heya kujer neyên eşkerekirin, her hefte li cihê heval Şukru lê hatî şehîdxistin, çalakî lidarbixin û daxwaza eşkerekirina kujeran bikin. Heya em digihin armanca xwe wê çalakiya me dewam bike. Em bang li her kesê dikin ku her hefte tevlî çalakiyê bibin.”