'Hewldanên li ser sînor rêya yekîtiyê dixitimîne'

Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyat Ceylan anî ziman ku polîtîkayên hikûmeta Başûr ên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê rêya yekîtiyê dixitimîne û got: "Divê PDK derfetên heyî bixe bin xizmeta Kurdan û ji bo yekîtiya Kurdan bixebite."

Di 4’ê Îlonê de Serokwezîrê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî heyetekê ku tevahiya endamên wê PDK’î bûn, çû Enqereyê û bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Mevlût Çavûşoglû re rûnişt. Piştî vê hevdîtinê bi rojekê bombebaranên herî giran bi helîkopter û balafiran êrîş li ser Heftenînê pêk hat. Berî çend rojan jî li ser sînorê Rojavayê Kurdisanê agahiyek balkêş hat ku PDK hêzên xwe li ser sînorê Başûr-Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û çeperan dikole.

PDK’ê li ser girên nêzî Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê ku miqabilî Deriyê Sînor ê Sêmalka ye dest bi avakirina qereqol, senger û bendên nû yên leşkerî kir. Her wiha çekên giran ji bo senger û bend, qereqolên nû û kevin hatin bicihkirin. Ji Deriyê Sînor ê Sêmalka ve tê xuyakirin ku ji bo herêmê sewqiyata leşkerî berdewam e û çekên giran tên kişandin.

PDK’ê, di sala 2014’ê de li sînorê başûr û rojavayê Kurdistanê xendek kola bûn. Ev helwesta ambargoyê ya PDK’ê, ji aliyê gelê Rojava ve hatibû protestokirin. Li ser nerazîbûna şêniyan pêşmergeyên PDK’ê, di şeva 14-15’ê Nîsanê de gule li şêniyan reşandibû û Mewlid Nezîr Hecî Yunis ê 32 salî gava dixwest di ser Sêmalka re derbasî Başûr bibe hatibû kuştin û gelek kes jî birîndar bûbûn.

'DIVÊ ZERER NEGIHÊJE KURDAN'

Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyat Ceylan têkildarî mijarê axivî û anî ziman ku divê têkiliyên Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê yên bi welatên derdor re zirerê nede gelên Kurdistanê û wiha axivî: "Em nabêjin bila têkiliya Başûr bi Îran û Tirkiyeyê re çênebe, hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikare têkiliya dîplomasî bi Îran û Tirkiyeyê re dane û ticaretê bike. Lê belê divê ev têkilî zirerê nede Kurdan. Ev serdana Serokwezîrê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li gel Serokê AKP Erdogan û wezîrê wî yê derve Mevlût Çavûşoglu ji aliyê Kurdan ve rastî nerazîbûnan hatin. Belê wê serdan were kirin lê divê derbarê Kurdan de zelal bûn û rawestandinek bi rûmet hebe û encama ziyaretê bi raya giştî re were parvekirin. Ji bo ku dilê Kurdan, sazî û dezgehan rehet be.

Ji aliyê desthilatdariyê ve hinek agahî hatin parevekirin û ev agahiyan jî gelê Kurd ji kûrahiya dil de bêzar kirin. Her wiha piştî serdana Nêçîrvan Barzanî êrîşên li Bakur, Rojava û Şengalê yên li dijî Kurdan hîn zêdetir bû. Ti mafê hêzek Kurd tineye li dijî hêzek din a Kurdan siyasatê bike. Bila ti hêza Kurd nebêje, Kurd têk biçe wê ez li ser lingan bim. Kurd têk biçin ew jî têk diçin. Kurd bi serbikevin ew jî bi ser dikevin. Kurd tev li ser lingan bin, Başûr û PDK dikare li ser lingan bimîne. Kurd timî rastî êrîşan werin wê ti hêz nekare tena serê we li ser lingan bimîne. Demek nêz wê ev êrîş li ser wan jî bên kirin. Ji bo vê yekê Kurd bi hevre bi hêz in."

'LI DIJÎ KURDAN LÎSTIKEK MEZIN DI DEWRÊ DE YE'

Ceylan da zanîn ku mafê ti hêzê nîne ku li dijî faşîzma li ser Kurdan tê kirin bêdeng bimîne. Ceylan destnîşan kir ku derfetên îro di destê PDK û YNK’ê de ne divê ji bo hemû parçeyên Kurdistanê bikarbîne û wiha pê de çû: "Îro derfetên Başûr ji yên hemû parçeyên din zêdetire. Başûr neçare ku van derfetan ji bo xelkê Kurdistanê têxe meriyetê û xizmeta yekîtiya neteweyî bikin. Erka PDK'ê ew e ku ji bo pirsgirêka Kurd bikeve dewrê ne ku ji bo şer gur bike bikeve hewldanan. Eger rola yekîtiyê bigre li ser milê xwe û xizmeta Kurdan bike wê tevahiya xelkê Kurdistanê jî piştgiriya wan bike. Lê mixabin tişta ku em dibînin û dişopînin, niha xeteriyek mezin li ser Kurdan heye di vê xeteriyê de destên hêzên navdewletî heye. Di heman demê de hêzên herêmî jî divê lîstikê de cih digrin. Heta roja îro dîmenekî ku Kurd pê serbilind bibin nehatiye kirin û berovajî vê yekê li ser sînorê Rojava xendek tên kolan û hêzên leşkerî tên bi cîh kirin. Mafê ti kesê nîne ku dîmenek wiha ku Kurdan qels bike bide raya giştî."

'RÊYA YEKÎTIYÊ DIXITIMÎNE'

Ceylan anî ziman hewldanên PDK’ê yên li ser Kurdan rêya yekîtiyê dixitimîne û wiha dom kir: "Li hemû parçeyên Kurdisanê ti gavên ku ji bo Kurdan xizmetê dike em li gel wanin. Geşadanên li Rojavayê Kurdistanê pêk tên em pê kêfxweş dibin. Lê belê rageşiya li ser sînor me tevahiyan diêşîne û rêya yekîtiyê dixitimîne. Mafê ti hêzê nîne ku parçeyekî din ê Kurdistanê bêzar bike û bixe nava dorpêçê. Xendek û bi cih kirina hêzên leşkerî yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê me dixe nava fikaran."

'DIVÊ KURD LI KURDAN ZILMÊ NEKIN'

Ceylan bi dewamî got, "Ti mafê PDK tineye ku Kurdan bi birçîbûnê terbiye bike. Dorpêç û ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî zêdetirî salek û sê mehan e. Xelkê me yê Mexmûr ji ber zilm, kuştin, windakirin, valakirina gund û şewitandina malên wan ji Bakur berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Lê mixabin xelkê me îro li ser axa xwe penaberin û zilm li wan tê kirin. Ev zilm bi ti awayî nayê qebûlkirin û divê demildest ambargoya li ser xelkê me yê Mexmûrê bê rakirin. Divê Kurd li Kurdan zilmê nekin. Destê biratiya xwe dirêj bikin."