Hevserokê YNK'ê: Em ê tevlî şerê birakujiyê nebin, divê bi diyalogê bê çareserkirin

Hevserokê YNK'ê Lahor Şêx Cengî got, "Em ê tevlî şerê birakujiyê nebin. Krîz divê bi diyalogê bê çareserkirin."

Hevserokê YNK'ê piştî hevdîtina roja Sêşemê ya bi Sefîrê Bilind ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Matthew Tueller û Sefîrê Bilind ê Herêma Kurdistanê ya Federe Rob Waller, ev daxuyanî da.

Cengî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek parve kir û bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Di hevdîtinê de me careke din destnîşan kir ku em ê tevlî şerê birakujiyê nebin. Krîz divê bi diyalogê bê çareserkirin."

Heyeta DYE'yê beriya serdana YNK'ê bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Federe Mesrûr Barzanî re rûniştibû.