Hevserokê Tevgera Azadî dest bi greva birçîbûnê kir

Hevserokê Tevgera Azadî yê Silêmanî Azad Hecî Omer, ku piştî destpêkirina çalakiyên gel ên 18'ê Kanûnê hate binçavkirin, tevî 14 kesan dest bi greva birçîbûnê kir.

Hevserokê Tevgera Azadî yê Silêmanî Azad Hecî Omer, di roja duyemîn a raperîna gelê Başûrê Kurdistanê de hatibû binçavkirin. Omer tevî 14 kesên hatin binçavkirin, duh dest bi greva birçîbûnê kir.

Hevserokê Tevgera Azadî Omer, di roja duyemîn a çalakiyên 18'ê Kanûnê de li bajarê Silêmanî hatibû binçavkirin.

Ji roja hatiye binçavkirin û vir ve destûr nayê dayin ku Omer malbata xwe û parêzerên xwe bibîne. Hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê jî tên taloqkirin.