Hevserokê PJAK'ê Muînî: Barzanî di xizmeta mêtingeran de ye
Hevserokê PJAK'ê Siyamend Muînî diyar kir ku êrîşa PDK'ê ya bi ser Şengalê de di xizmeta mêtingeriyê de ye û got, ''PDK xelekeke dî li zincîra îxanetê ya dîroka xwe zêde dike''
Hevserokê PJAK'ê Siyamend Muînî diyar kir ku êrîşa PDK'ê ya bi ser Şengalê de di xizmeta mêtingeriyê de ye û got, ''PDK xelekeke dî li zincîra îxanetê ya dîroka xwe zêde dike''
Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Muînî ku li dijî êrîşa PDK'ê ya bi ser Şengalê de helwest nîşan da û got, ev helkeftên bi vî rengî bi ti rengî xizmetê ji gelê Kurdistanê re nakin û ev xizmetê ji dewletên mêtinger ên herêmê re dikin. Muînî bang kir ku PDK dev ji van kiryarên xwe biqere.
'JI HER DEMÊ ZÊDETIR DERFET ÇÊBÛNE'
Muînî diyar kir ku li Rojhilat Navîn Kurd ketine serdemeke cidî û got: ''Îro her tişt li hêla Kurdan e. Divê ev baş were nirxandin. Tevgear me di vê mijarê de peywira xwe bi cih tîne. Ji bo vê jî yekîtiya netewî şert e. Ji ber ku ew cihok ji her demê nêzîktir e. Kurd hem dikarin di nav xwe de bibin yek û hem jî li pêşberî hêzên navdewletî dikarin bibin alî. Lê mixabin ku îro hin hêzên Kurd ji hêzên mêtinger re bûne amûr.''
'DEWLETA TIRK DIXWAZE KURDAN BI HEV BIDE ŞIKANDIN'
Muînî got, ''Dewleta Tirk destketiyên Rojava yên Kurd qebûl nake. Armanca wê van destketiyan tine bike yan jî qels bike. Ji bo vê jî çi ji dest tê texsîr nake. Tifaq û êrîşên bi DAIŞ-Nusra re parçeyek ji ve polîtîkayê ye'' û bi berdewamî wiha got: ''Ji bo ku bi van bi ser neketin niha jî dixwaze Kurdan bi hev bide şikandin. Îro vê dikin.''
'PDK Û MALBATA BARZANÎ ÎXANETÊ DIKE'
Muînî diyar kir ku îro tişta li Şengalê dibe dubareya komkujiyê ye û wiha domand: ''Dewleta Tirk bi PDK'ê û malbata Barzanî li dijî Kurdan şer ragihandiye. Gelek baregehên dewleta Tirk li herêmê hene. Hêzên PDK'ê beriya bi 2 salan Şengal da DAIŞ'ê. Ev tê wê meneya erêkirina qirkirinê. Ji wê rojê ve Êzîdî ji bo ku komkujiyeke dî bi ser wan de neyê yekîniyên xwe yên parastinê ava kirin û ji bo xak û canê xwe biparêzin têdikoşin. PDK û 'Pêşmergeyên Rojava' rojekê jî li dijî DAIŞ'ê şer nekirine lê êrîşê bi ser Şengalê de tînin. Li dijî destketiyên Rojava xebatan dikin. Çi karê vê hêzê li Şengalê heye? Çima li wir şer dikin? Ev ne karê êqil e. Karê wan li wir nîn e.
AKP-PDK dixwazin tişta ku beriya 2 salan dubar bikin. Di rewşeke wiha de ku îro li Rojhilata Navîn ev çend geşedanên erênî hene û Kurd ev çend nêzîkî fersenda azadiyê bûne, mixabin Barzanî dixwaza îxaneta xwe ya dîrokî dubare bike. Xizmetê ji desketin û berjewendiya mêtingeran re dike. Di dîroka PDK'ê de têkildarî berjewendiya gelê me tiştek nîn e. Di vê dîrokê de bi dehan mînakên îxanetê hene. Niha jî dixwazin vê bidomînin. Gelê me divê vê baş bizanibe. Ev polîtîka û siyaset ne di xizmeta Kurdistanê û gelê me de ye.
Ji bo vê jî divê gelê me di vê mijarê de hişyar be, heke Kurd vê fersenda dîrokî ji dest berdin weke Sykes-Pîcot û Lozanê em ê dîsa winda bikn. Em ê sedsaleke dî jî winda bikin.''