Hevserokê OHD'ê: Dibû ku mijar li ser girtiyan nemaba

Hevserokê OHD'ê Prz. Bunyamîn Şeker got ji ber hewldana muxalefeta demokratîk û raya giştî kêm ma, girtiyan dest bi grêva birçîbûnê kirin.

Hevserokê OHD'ê Bunyamî Şeker got ên li derve ji xwedîderketina çalakgerên grêva birçîbûnê bêhtir divê bersivê li van pirsan bigerin: ''Daxwazên wan çi ne, çima grêva birçîbûnê didome, em li kûderê kêm man ku dîsa grêvê dest pê kir?''

Grêva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin 27'ê Mijdara 2020'an dest pê kirî, di meha sêyan de didome.

Hevserokê OHD'ê Bunyamîn Şeker bi bîr xist niha li 107 girtîgehan grêv dididome, ji bo ku di grêvê de ne rêveberiyên girtîgehan lêpirsîna disîplînê li girtiyan vedikin, wan ji girtiyên din tecrîd dikin, dixin hucreyan jî got nexasim li Girtîgeha Amedê Nimro 1 û 2'yan ev problem hene.

Şeker got: ''Daxwazên wan daxwazên civakî ne. Têkilî civakê ne. Ji ber vê grêva beriya niha bangeke wiha ya raya giştî hebû; hê beriya ku kesek bimire biqedînin. Daxwazên we daxwazên têkilî civakê ne. Em civak ji bo ku ev daxwaz bi cih were tişta ku dikeve ser me em ê bikin..Bi rengekî lêgirankirî domkirina tecrîda li ser Rêzdar Ocalan, domkirina kirinên operasyonî yên dewletê yên li ser civakê, zêdebûna zext û zordariyan a li ser muxalîf û yên ne ji wan, nîşan dide ku ya hewce nehatiye kirin.''

Şeker bi domdarî got, ''Dibû ku ev grêv careke dî nebûna. Girtiyên ku li nav çar dîwaran nikarin rêbazeke alternatîf bibînin, mixabin bi vî rengekî xwe vedibêjin. Dibêjin, ''Li ser rojeva Tirkiyê gotinên me jî hene. Di rewşeke wiha de ku ev qas kirinên operasyonî hene, ev qas kes tênê, rengê me yê xwevegotinê wiha ye.'' Ên li derve ji xwedîderketina çalakgerên grêva birçîbûnê bêhtir divê bersivê li van pirsan bigerin: ''Daxwazên wan çi ne, çima grêva birçîbûnê didome, em li kûderê kêm man ku dîsa grêvê dest pê kir?'' Divê ji vî alî ve mirov binere lê hewldaneke rêxistinên girseyî jî heye.

Şeker diyar kir tecrîd ne tenê li ser Bakurê Kurdistanê û Kurdan e, li ser hemû Tirikyê hatiye danîn, ne tenê li ser Kurdistanê û Kurdan, zexteke giştî heye. Şeker diyar kir, tecrîd çewisandina civakê ye, her çendî li ser HDP'ê zexteke giran hebe jî derdorên demokratîk jî bi giştî nikarin dengê xwe bigihînin civakê. 

Şeker herî dawî wiha got: ''Niha ku em tenê behsa tecrîda li ser Rêzdar Ocalan bikin ev ê bertengkirin be, a rast pergal jî hinekî vê dixwaze. Divê em nekevin vê kemînê. Li ser Rêzdar Ocalan tecrîdeke 22 salan heye. Ti caran ev tecrîd ranebû. Nexasim ji 2011'an û vir ve hewl tê dayin ku ji civakê were qutkirin. Dem hate sistkirin, hevdîtinên bi malbat û parêzeran re hate kirin lê di 21 salan de tenê carekê karî ku bi telefonê biaxive. Ji aliyê dî ve jî divê mirov hemû raya giştî ya Tirkiyê bibîne. Divê mirov Tirkiyê bibîne. Di encama vê de grêva birçîbûnê dest pê kir. Tevahiya muxalîfan li girtîgehan in.''