Hevserokê KODAR'ê: Roj roja xwedîderketina li Rêber Apo ye

Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan işaret bi metirsiya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û bang li gelê Kurd bi taybetî gelê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir ku li ber tecrîdê rabin.

Hevserokê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Fûad Bêrîtan diyar kir ku rejîma faşîst a Erdogan hemû hêza xwe ji bo qirkirina Kurdan seferber kiriye û got, bêdengiya Ewropayê li pêşberî tecrîdkirina Rêber Apo metirsiyê ji her demê bêhtir zêde dike.

Bêrîtan anî ziman, ku her cûre nêzîkatiya li dijî Ocalan tê wateya êrîşa raste rast a li ser gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz ên herêmê û ev hişyarî da:

"Lewma em dibêjin, her cûre metirsiyek li ser Rêber Apo çêbibe, berpirsyarî dikeve ser milê şexsê Erdogan, rayedarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT). Divê her kes zanibe ku dewamkirina van polîtîkayên li dijî Rêber Apo, wê Tirkiye û Rojhilata Navîn li Erdogan û hevalbendên wî bike dojeh. Gelê me û tevgera azadiyê ya gelê Kurd wê bi kêliyekê jî li dijî van kiryarên li hemberî mirovahiyê bêdeng nemînin."

Hevserokê KODAR'ê ragihand rejîma Erdogan bûye sembola xerabiyê û got, "Ev kiryarên dewleta Tirk hiştiye ku Tirkiye bibe dewleteke bê îtîbar li herêmê. Kiryarên dîktatoriya Erdogan wê rojekê mîna tsûnamiyeke civakî bi ser Erdogan û dewleta Tirk de bê."

Fûad Bêrîtan ji ber metirsiya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li gelê Kurd bi taybetî gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir ku bi hesasiyet û berpirsyariyeke mezin rabin, rewşa Ocalan bişopînin û li dijî van kiryaran bêdeng nemînin.

Bêrîtan işaret bi kaos û şerê li Rojhilata Navîn kir û anî ziman ku rêya çareseriya demokratîk a Rojhilata Navîn fikir, felsefe û felseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Hevserokê KODAR'ê herî dawî got, "Roj roja xwedîderketina li Rêber Apo ye" û bang li her kesî kir ku li ber tecrîdê rabin.