Hevserokê KNK’ê Qeremûs sersaxî li malbata Sofî da
Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs sersaxî li malbata Waliyê Hewlêrê Firset Sofî, Hikûmeta Herêma Kurdistan û welatiyên Başûrê Kurdistanê da.
Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs sersaxî li malbata Waliyê Hewlêrê Firset Sofî, Hikûmeta Herêma Kurdistan û welatiyên Başûrê Kurdistanê da.
Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs li ser navê hevserokatiya KNK’ê bi peyamekê sersaxî ji malbata Waliyê Hewlêrê Firset Sofî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û welatiyên Başûrê Kurdistanê xwest.
Qeremûs got: “Me îro bihîst ku Waliyê Hewlêr Firset Sofî rehmet kiriye. Em sersaxiyê ji binemala Sofî, Hikûmeta Herêma Kurdistan, bi taybet xelkê Hewlêr û Başûrê Kurdistanê re dixwazin.
Rehmetkirina Firset Sofî windahiyeke mezin e ji bo gelê me, Sofî dixwest kar û xizmetên baş bike ji bo gel.”