Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Sîncar hate girtin

Piştî ku Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu siyasetmedar kir hedef, ji siyasetmedarên hatîn destgîr kirin 12 piştî 11 rojan hatin berdan. Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Sîncar hate girtin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdinê 30’ê Çileyê namzetên hevşaredariyê bi bernameyekê dabû nasandin. Piştî ku Wezîrê Karê Navxwe Suleyman Soylu siyasetmedar kirin hedef polîsan 7’ê Sibatê di serdegirtinan de 13 kes destgîr kiribûn ku di nava wan de rêveber û hevserokên HDP’ê yên bajêr jî hebûn. Îro piştî ku karên 13 kesan li emniyetê bi dawî bû sewqî dadgehê hatin kirin.

Hevseroka HDP’ê ya bajêr Eylem Amak, rêveberên bajêr Abidîn Ûnay, Adîl Başaran, Halîl Yagan, Şehmûz Çalkan û HuseyÎn Alper, endam Vedat Abûkan, Ferhat Kalkan, Abdulbarî Akalan, Mûsa Bînbir û Kahraman Samaras û endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Bêrîtan Onen piştî karên li dozgeriyê bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Ji bo Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Sîncar jî bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ daxwaza girtinê hate dayin.

12 kesên ku sewqî dadgehê hatin kirin bi kontrola edlî hatin berdan. Dadgehê biryara girtina Sîncar da.