Li Mêrdînê terora destgîrkirinê- HATE NÛKIRIN

Polîsên Tirk li navçeyên Mêrdînê terora destgîrkirinê kirin, Hevserokê Bajêr ê Mêrdînê Salih Kuday, Seroka Odeya Tabîban a Mêrdînê Derya Etem û gelek kes destgîr kirin.

Li navçeyên Mêrdînê Qoser, Nisêbîn û Artûkluyê berê sibehê polîsên Tirk bi ser malan de girtin û gelek kes girtin.

Di nav wan kesan de ku hatine destgîrkirin û navên wan diyar bûne Hevserokê Bajêr ê HDP'ê yê Mêrdînê Salih Kuday, endamên partiyê Neda Alper û Emel Oran û Seroka Odeya Tabîban a Mêrdînê Derya Etem hene.

Ete piştî ku li malê hate destgîkirin, plîsan odeya wê ya li nexweşxanê jî kontrol kirin.

Kesên ku hatine destgîrkirin piştî ku tendiristiya wan hate kontrolkirin wê wan bibin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê.

Heta 24 saetan kesên ku hatine destgîrkirin wê nikaribin parêzerên xwe bibînin.