Hevserokê DBP'ê Arslan: Li dijî dagirkeriyê bibin xelek

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Alî Arslan diyar kir ku AKP’ê bi êrîşa li ser Efrînê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û wiha got: “Armanca sereke ya AKP’ê tinekirina destketiyên Kurdan e û dixwazin bi êrîşa li ser Efrînê rejîma yek kesî teyît bike.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Alî Arslan li êrîşa TSK'ê ya bi fermana AKP/MHP'ê pêk hat ji ANF’ê re axivî. 

‘ARMANC TINEKIRINA DESTKETIYÊN KURDAN E’

Aslan da zanîn ku AKP’ê bi êrîşa li ser Efrînê de hiqûqa navneteweyî binpêkiriye û wiha axivî: “AKP ji duh di saet 17:00’an û vir de Efrînê topbaran dike û bi çeteyan dixwaze Efrînê dagir bike. AKP vê êrîşê di raya giştî de dixwaze ji bo xwe rewa bike. Armanca sereke ya dagirkirina AKP’ê destkeftiyên Kurdan û daxwaza statuyê ye û dixwazin pêşî li azadiya gelan bigrin. Tê zanîn di şerê li Rojhihlata Navîn de û bi taybet jî şerê li Suriyeyê de AKP’ê pişgiriya çeteyan kir û ev rêxistinên çeteyan bi rêxistin kirin. Bi taybetî ji AKP’ê xwest destkefî û daxwaza azadiya Kurdan bifetisîn e.  Lê belê hêzên dagirker û çeteyên AKP’ê rastî berxwedana PYD û YPG’ê hatin û hemû êrîşên wan yên li dijî Rojava pûç kirin. Hemû qadên dibin kontrola çeteyan de ne ji aliyên şervanên YPG/YPJ’ê ve hatin rizgarkirin. Ev yek ji bo sedema windakirina AKP’ê ya li Rojhilata Navîn û niha ji dixwaze tola windakirina xwe rake û xwe di çavê gel de nîşan bide.”

‘BI ÊRÎŞA EFRÎNÊ DIXWAZE ÎTÎBARA XWE QEZENC BIKE’

Aslan anî ziman ku Erdogan hemû politikaya xwe li ser destkeftiyên Kurdan dide meşandin û wiha pê de çû. “Çiqas Kurd bi serdikevin, AKP/Erdogan ewqas li welat û ji derveyî welat di aliyê siyaset û dîpolomasiyê de bindikeve û têk diçe. Polîtîkayên dijbertiya Kurdan êdî dê Tirkiyeyê nekare bi rêve bibe û rewatiya xwe li Tirkiyêy winda kir. Erdogan û AKP tenê hêza xwe bi hişmendiya xwe ya faşîst û dijbertiya li hemberî Kurdan distîne. Bi êrîşa li ser Efrînê, Erdogan tenê dixwaze îtîbara xwe ya winda kiriye qezenc bike  û di nava raya giştî de xwe bi hêz nîşan bide. Ev daxwaza Erdogan jî tenê Kurd bi sernekevin û xwe bi rêve nebin êrîş dike. Weke ku tê îdia kirin ji Efrînê yan jî Rojavayê Kurdistanê ti gef tineye û heta niha der barê gefekê de jî ti daxuyanî yan êrîş pêk nehatiye. Ne kevirek ne jî guleyek hatiye avêtin, ev gefa çiye? û mirov ji vê jî şaşmayî dimîne. Armanc û êrîş tenê sedama dijminatiya Kurdan e û mirov dikare wiha bi wate bike.”

‘LI DIJÎ KURDAN DAGIRKERAN LI HEV KIR’

Aslan di dewama axaftina xwe de bal kişan li ser bêdengiya Amerîka û Rûsyayê û wiha dom kir: “Li hemberî êrîşa Efînê bêdengiya Amerîka û Rûsyayê me bi fikra dike. Li gel ku baregeha sîstema parastina hewayî di destê Rûsyayê de ye û Tirkiyeyê wir bobebaran dike û Rûsya bêdengiya xwe diparêze. Gelo çima ezmanên Sûriyeye ji bo bombebaran artêşa Tirk hate vekirin? Dîsan li ser gotinên Rûsya û Sûryeyê dema ezman were îhlal kirin dê mudaxele bikin. Gelo çima duh mudaxele nehat kirin? û ji vê armanca sereke çiye? Li gel nerazîbûnên Amerîka, Erdogan hêzê ji çi digre û êrîş dike û dixwaze Efrînê dagir bike? Ji van hemû bêdengiya re em dibên li ser Kurdan hevpeymanek qirêj ya dagirkeran heye. Nêzîkatiyên Amerîka û Rûsyayê ne samîmî û ne yên baweriyê ye.  Amerîka û Rûsya dixwazin vê peyamê bidin gelên Kurd heger hûn li gorî daxwazên me tevnegerin em ê bi Tirkiyeyê re gefan li we bixwin û we bê parastin bihêlin. Dîsan dibêjin divê hûn daxwaza azadî û mafên xwe yên statuyê nekin û em çi bixwazin divê hûn li gorî wê tevbigerin, yan jî dê Tirkiye êrîş bike û dê bivir li deskeftiyên we bixe.”

‘DIXWAZIN KUREDAN HEWCEYÊ XWE BIKIN’

Aslan di axaftina xwe de daxuyaniya Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl bibîr anî û ev tişt got: “Ji beriya çend rojan Aldar Xelîl daxuyaniyek da û got, ‘Rûsya li rêveberiya Efrînê geriyaye û gotiye heger hûn hîn cihan radestî rejîma Sûriyeyê bikin em ê di hin aliyan de parastinê bikin.’Li ser vê daxwaza Rûsya rêveberiya Efrînê ev yek nepejirand û gotin, ‘em ê nirxê xwe radestî ti kesê nekin’. Piştî bersiva rêveberiya Efrînê Rûsya ji Tirkiyeyê re ronahiya kesk pêxist û got, ‘hûn dikarin êrîş bikin’.  Bi kurtahî Amerîka û Rûsya dixwaze Kurdan hewceyê xwe bike yan jî gefên em ê jiyanê li we teng bikin dixwin. Ev demek dirêje dixwazin vê polîtîkayê li dijî Kurdan bidin meşandin. Heman teblo li Başûrê Kurdistanê jî derket holê û li dijî biryara referandûmê Iraq û hemû welatên cîran gefa dagirkirinê li Başûr xwarin. Bi vê yekê re bi çeteyên Heşdî Şahbî re êrîşî Başûr kirin. Niha jî bi heman rêbazê dixwazin Efrinê dagir bikin. Dixwazin hemû destkeftiyên Kurdan di Rojhilata Navîn de bifetinsînin. Gelê Kurd demek dirêje ji bo çand, ziman û nasnameya xwe berdêlên giran dan û gihiştîne vê astê. Li dijî hemû êrîşan çeteyên DAIŞ û Artêşa Azad axa xwe parastin û rizgarkirin.”

‘LI DERDORA EFRÎNÊ BIBIN XELEK’

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Alî Arslan di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya Kurdistaniyan kir ku xwedî li Efrînê derkevin û wiha got: “Destpêkê gelên Rojava, tevahiya kesên demokrastiyê dixwazin û tevahiya gelên Kurd divê xwedî li Efrînê derkevin û li derodara Efrînê bibin xelek. Gelê Kurd bi salan e ji bo mafên xwe li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide û ji niha vir de jî dê li hemberî dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên artêşa Azad ji li ber xwe bidin. Ti Kurdek  bi rûmet dê li dijî vê dagirkeriyê bêdeng nemîne û li ber xwe bide. Ev şer şerê îxtidara AKP’ê û şerê teyît kirina rejîma yek kesî ye. Ev şer ne şerê Kurd û Tirkan e, dê ti berjewendiyê gelên Tirkiyeyê ji vê şerî dernekeve ji derveyî windahiyan. Ji bo birîna gelan bêhtir kûr nebe û şer gur nebe em bang li gelên Tirkiyeyê jî dikin li dijî faşîzma AKP’ê têbikoşin diki.”