Hevseroka PJAK'ê Vejîn: Xeta me xeta sêyemîn e

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn diyar kir, xeta wan xeta sêyemîn e, xwe dispêre daxwazên gelan û got, wê nebin amûra planên derve.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn ji Kovara Alternatîf re axivî.

Vejîn diyar kir, xeta wan xeta sêyemîn e û got, "Stratejiya xeta sêyemîn xwe dispêre hêza gelan, pişta xwe nade hêzên derve. Di xeta sêyemîn de rêz û girîngî ji bo netewe, bawerî û pêkhateyên ciyewaz heye."

Vejîn diyar kir, "Li Îranê ne tenê pirsgirêka Kurd, pirsgirêka netewe, ol û mezhebên cuda jî bi desthilata Îranê re heye. Hemû rûberûyê zilma rejîma Îranê ne."

CUDABÛNA ÎDEOLOJÎK Û TAKTÎKÎ LI PÊŞIYA TÊKOŞÎNA HEVPAR NE ASTENG IN

Têkildarî pirgirêka Kurd li Rojhilatê Kurdistanê jî Vejîn diyar kir pirsgirêkeke kûr û dîrokî ye û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke kûr, dîrokî û siyaset e. Cûdabûna îdeolojîk û taktîkî ya di navbera hêzên Kurdî de, ne asteng e li pêşiya avabûna eniyek hevpar ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û bidestxistina mafên rewa yên Kurd. PJAK ti carî cûdabûnên îdeolojîk û taktîkî li pêşiya têkoşîna hevpar li dijî dewlet û desthilatdariyê asteng nabîne.”

MÎNAKA ROJAVAYÊ KURDISTAN

Vejîn Rojavayê Kurdistanê weke nimûneya pêkhatina xeta sêyemîn bi nav dike û dibêje, "Li Rojavayê Kurdistanê projeya Konfederalîzma Demokratîk û nimûneya xeta sêyemîn pêk hatiye. Ji ber vê Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkiye ji xeta sêyemîn ditirsin. Vê projeyê li pêşiya projeya xwe ya sîstema sermayedarî asteng dibînin, ji ber wê difikirin ku berjewendiyên wan dixe nava metirsiyê. Çima herî zêde Tevgera Azadiya Kurdistanê li rastê êrîşan tê? Ji ber di avabûna hevsengiyên nû yên herêmî de xwedî roleke diyarîker in. Divê em bizanîn li rex gef û metirsiyan, di hemû qadan de fersendên zêrîn li pêşiya me heye. Divê em van fersendan baş bi kar bînin."

GIRÎNGIYA RÊXISTINKIRINA GELAN

Ji bo têkoşîna hevpar a gelên Îranê jî pêk were, Vejîn îşaret bi girîngiya rêxistinkirina gelan dike û axaftina xwe wiha didomîne, “Rêxistinkirin û perwerdekirina gelan wê zemînê têkoşîna hevpar ava bike, ji bo destê neyaran ji Rojhilata Navîn qut bikin.”

Hevseroka PAJK’ê da zanîn ku gel li dijî siyaseta berjewendîxwaz û pragmatîst e û got, "Siyaseta ku niha li herêmê di meriyetê de ye siyaseteke berjewendiyên sermayedariyê esas digirin. Lê gel siyaseteke berjewendiyên wan esas digire dixwaze. Di xeta sêyemîn de gel bi xwe dikarin derbarê xwe de biryar bigirin. Niha gel siyaseta dû rû ya dewletê dîtine û asteke baş a têgihiştinê heye. Stratejiya xeta sêyemîn daxwazên gel esas digire, her timî zemînê guftûgoyê çêdike."

Zîlan Vejîn diyar kir ku ew siyaseteke sînorên Rojhilatê Kurdistanê jî derbas dike esas digirin û got, "Xeta sêyemîn ne projeyeke demkî ye. Xeteke siyasî û stratejîk e. Siyaseta me jî xwe li ser vê hîmê ava kiriye. Di vê stratejiyê de rola herî girîng dikeve li ser milê gel û civakê. Yek ji pîvanên me yên têkoşînê ew e ku em ti carî nabin amûrê planên hêzên derve. PJAK bi van planan sînorê Rojhilat derbas kiriye û pêşeng. Armanca me azadiya hemû gelên bindest e."